Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn

Ji 9 kesên ku di 8’ê Gulanê de li Colemêrgê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 7 kes hatin girtin û ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn.

OPERASYONA QIRKIRINA SIYASÎ

Bariş Ozdînç, Serhat Engîn, Serkan Akdag, Ferhat Çetîn, Serkan Tan, Agît Kurt, Cahît Erdal, Mazlum Kurd û Alî Sonmez ku di çalakiyên li dijî desteserkirina îradeyê ya li Wanê de li Colemêrgê hatin binçavkirin, piştî sînordarkirina hevdîtina bi parezeran re li Midûriyeta Polîsan a Bajêr îfadeyên wan hatin girtin. Piştî îfadeyên xwe sewqî edliyeyê hatin kirin. 9 kesên ku îfadeyên wan hatin girtin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Colemêrgê hatin kirin.

Dadgeh ji bo Bariş Ozdînç, Serhat Engîn, Serkan Akdag, Ferhat Çetîn, Serkan Tan, Agît Kurt, Cahît Erdal biryara girtinê da, ji bo Mazlum Kurd û Alî Sonmez hepsa malê da û serbest hatin berdan.

7 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê.