Hilbijartinên Portekîzê: Sosyalîstan winda kirin

Li Portekîzê di hilbijartinên giştî de muxalefeta rastgir li hemberî sosyalîstên ku ev 8 sal in desthilatdar in, bi ferqeke biçûk bi ser ket.

Sê mehan beriya hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê, hilbijartinên li Portekîzê piştrast kir ku rastgirên tundraw dengê xwe zêde kirine. 

Piştî ku di destpêka meha Mijdarê de navê serokwezîrê berê Antonîo Costa di lêpirsînekê  gendeliyê de derbas bû, Costa têkçûn qebûl kir. Portekîz yek ji kêm welatên Ewropayê bû ku desthilatdarî di destê sosyalîstan de bû.

Encamên hilbijartinan nîşan didin ku her du partiyan jî nekarîne bi serê xwe piraniya mutleq bi dest bixin. Ji bo piraniya mutleq herî kêm 116 parlamenter hewce ne. Heger bi partiya lîberal re koalîsyon were kirin jî,  ku wê jî ji sedî 5 deng girtine,  piraniya mutleq nayê bidestxistin.

Lê belê serokê partiya rastgir Luîs Montenegro di hilbijartinên qanûndanînê yên roja Yekşemê de îdîa kir ku partiya wî serketineke  ‘bê nîqaş’ bi dest  xistiye û got ku ew dixwaze li parlamentoyê hikûmetekê ava bike. Montenegro careke din got ku ew birêvebirina li gel rastgirên tundraw qebûl nake ku Montenegro li gorî hilbijartinên beriya niha rêjeya dengên xwe du qatî zêde kirine.

Serokê rastgir Andre Ventûrayî jî  got ku teqez ev yek ji bo rastgiran ‘encameke dîrokî ye’ û got ku Chega ‘dixwaze bibe navenda sîstema siyasî’ û ew  ‘gihîştine vê armanca xwe.’

Ventûrayî her wiha got ku ew amade ye ku li gel piraniya rastgirên bihêz li Portekîzê hukûmeteke biîstîqrar ava bike. 

Ji bilî gumanên ku bûn sedema îstifakirina Antonîo Costa, Andre Ventûrayî jî di dema kampanyayên hilbijartinê de gelek caran anî ziman ku hejmara welatiyên biyanî di nava 5 salan de qu qatan zêde bûye û koçberiya ji bo  Portekîzê zêde bûye.

Serokê partiya çepgiran ê nû Pedro Nuno Santosî jî got: ‘’Tevî ferqeke kêm a di navbera me û rastgiran de jî em di hilbijartinan de bi ser neketin û em ê derbasî muxalefetê bibin.’’