KNK’ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan şermezar kir

Konseya Rêveber a KNK’ê sivîlên ku di encama êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bûne bi rêzdarî bibîr anî û bang li tevahiya gelê Kurd hat kirin ku helwesta xwe nîşan bidin û xwedî li rûmeta xwe derkevin.

Di 8’ê Adarê de balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gundê Babula barandibû û di encamê de du sivîlên bi navê Seîd Mubarek û Aras Ferec şehîd bûbûn. Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarê mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Di daxuyaniya YNK’ê de ev tişt hatin gotin:

”Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn êrîşên xwe yên bi balafirên şer li dijî sivîlan li Başûra Kurdistanê pêk tîne û komkujiyan dike. Li hemberî vê rewşê hikûmeta herêmê her bêdengiya xwe diparêze. Mebesta dewleta Tirk ew e ku herêmê ji xelkê sivîl vala bike. Beriya niha jî di 21’ê Sibata 2024’an de li devera Behdînan êrîşî xelkên sivîl kiribûn û du hemwelatiyên bi navê Beşîr Umer Alî û Arîf Teha ji gundê Kafya yên ser bi Dinartê ye, şehîd kiribûn. Bi heman mebestê careke din balafirên şer yên dewleta Tirk di roja 8’ê Adara 2024’an de êrîşî Şêledizê kirin û du xelkê sivîl yên binavê Seîd Mubarek û Aras Ferec şehîd xistin û kurê Seîd Mubarek yê binavê Salih Mubarek birîndar kirin. Hikûmeta Iraqê, hikûmata Herêmê û KDP bi bê dengiya xwe hevkarê şehîdxistina xelkê Başûrê Kurdistanê ne.  

Em weke KNK’ê bêdengî û bêhelwestiya hikûmeta herêmê li hemberî êrîşên dewleta dagirker yên bi vî rengî şermezar dikin û di heman demê de sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û şifa xêrê ji birîndaran re dixwazin.   

Pêwîste hikûmeta herêmê dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta dagirker re bîne û nebe hevkarê qetlîam û dagirkeriyê!  

Dewleta Tirk bi awayekî eşkere gelê kurd tehdîd dike û amadekariyek berfireh a dagirkirina Başûr û Rojavaya Kurdistanê dike. Ma gelo hikûmeta Iraqê, hikûmeta herêmê û KDP van planên dewleta dagirker nabîne? Yan jî naxwaze bibîne. Ma gelo hevkarê vê dagirkirin û qatlîamê ne?  

Gelê kurdistanê gelekî bi rûmete û dê ti carî bêrûmetiye qebûl neke. Em bang li hemû gelê xwe yên li her çar beşên Kurdistanê dikin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bikin û nirx û rûmeta xwe biparêzin.”