Şandeya YPJ û Rêveberiya Xweser bi siyasetmedarên Îtalyayî re rûnişt

Şandeya Rêveberiya Xweser û Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed li Îtalyayê bi siyasetmedaran re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de işaret bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate kirin.

Şandeyek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi parlamenter û endamên Senatoya Îtalyayê yên ji partiyên cuda û Tevgera 5 Stêrkan a Îtalyayê (MoVimento 5 Stelle M5S) re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin li avahiya parlamentoyê ya li paytext Romayê pêk hat.

Şande ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksen Mihemed û hevseroka nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swîsreyê Medya Hesen pêk dihat. Şandeya îtalyan jî ji Alienza Verdi, Marco Grimaldi, Davis Dore, Francesca Guerra, Tîno Magni, Enzo Amandola û Riccardo Ricciardi pêk dihat.

Di hevdîtinê de ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat şîrovekirin û heta gotin tevahî pêkhateyên herêmê bi îradeya xwe ya azad di damezirandina vê rêveberiyê de cih girt. Hate destnîşankirin ku ev rêveberî daxwaz û hêviyên rewa yên gelên herêmê pêk tîne û nirxên jiyana hevbeş diparêze.

Şandeya Rêveberiya Xweser bal kişand ser rola jinan di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de, pergala hevserokatiyê û têkoşîna wan a li dijî DAIŞ’ê.

Her wiha rewşa mirovî ya li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, astengiyên li pêşiya rêveberiyê hatin nîqaşkirin û hate gotin, alîkariyên mirovî yên ku welatên Ewropayê û yên din pêşkêş dikin, tenê diçin ji Şamê re û nagihêjin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Şandeya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku divê hikumeta Îtalyayê û hikumetên din di warê mirovî de erkên xwe li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin û bal kişand ser ambargoya li ser herêmê.

Şandeya Rêveberiya Xweser bal kişand ser astengiyên siyasî yên li pêşberî Rêveberiya Xweser jî û nenaskirina siyasî ya wek astengiya herî sereke nirxandin. Hate gotin, her hewldaneke çareseriyê bêyî beşdariya Rêveberiya Xweser dê mehkûmî têkçûyînê be.

Şandeya Rêveberiya Xweser hebûna şaneyên DAIŞ’ê û malbatên DAIŞ’î yên li kampan û DAIŞ’iyên di girtîgehan de wek metirisiyekê li ser ewlehiya herêmê şîrove kir.

Şandeya Rêveberiya Xweser her wiha bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî û êrişên wê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser. Şandeyê diyar kir ku divê civaka navneteweyî zextê li dewleta Tirk a dagirker bike da ku li ber êrişên dewleta Tirk bigire. Her wiha diyar kir ku berdewama van êrişan dê herêmê ber bi karesteke mirovî ve bibe û dê bi milyonan welatiyan neçarî koçberiyê bike.

Şandeya îtalyan jî destnîşan kir ku ew rewş û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin û hate gotin: "Ji destpêkê ve em Şoreşa Rojava ji nêzîk ve dişopînin. Ji rola wê ya mezin a di warê têkoşîna li dijî terorê de zêdetir hûn model û ezmûneke demokratîk pêşkêş dikin ku mirov nikare çavan lê bigire, nemaze ku ev ezmûn tevahî pêkhateyan herêmê hembêz dike û payeyeke bilind dide jinan."

Şandeya Îtalyayê diyar kir ku ew ê ji hikumeta Îtalyayê û civaka navneteweyî bixwazin da ku erkên xwe li hemberî Rêveberiya Xweser bi cih bînin, desteka aborî û mirovî pêşkêş bikin û ji bo naskirina siyasî ya Rêveberiya Xweser hewldanan bikin.