Qirkirina daran li Dersimê hate şermezarkirin

Komeleya Hawirdor û Parastina Mûnzûrê qirkirina daran li Dersimê şermezar kir.

QIRKIRINA XWEZAYÊ

Li herêma Çixeke ya li ser rêya Xozat û navenda Dersimê, muteahhît Mehmet Tûran bi destûra dewletê dest bi birîna daran kir. Dersimî li ber vê qirkirina daran rabûn.

Endamên Komeleya Hawirdor û Parastinê ya Mûnzûrê nerazîbûn nîşan da û li ber Midûriyeta Karê Daristanan daxuyaniyek dan çapemeniyê, xwestin birîna daran bê rawestandin.

Nûnerê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê yê Dersimê Yûsûf Topçû di çalakiyê de axivî û got, "Bi dehan sal in li cografya Dersimê daristan tê qirkirin."

Parêzer Bariş Yildirim jî got, "Ev qirkirin li dijî hiqûqê ye, divê tavilê bê rawestandin."