NY: Êrîşa li ser Refahê wê rê li ber karesateke mirovî ya mezin veke

Piştî ku muzakereyên Îsraîlî û Hemas bêyî ku bigihin encamekê dev ji danûstandinên agirbestê li Qahîreyê berdan, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hişyar kir ku êrîşa bejayî ya Îsraîlê li ser Refahê wê rê li ber "karesateke mirovî ya mezin” veke.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di serdana xwe ya Naîrobî de got: "Êrîşeke bejayî ya mezin li ser Rafayê wê rê li ber karesateke mirovî ya mezin veke û di dema ku gefa birçîbûnê heye de wê dawî li hewldanên me yên alîkariyê bîne.

Guterres banga ji bo agirbestê dubare kir û got ku rewşa vî bajarî yê li başûrê Xezeyê ye “li ber devê kêrê ye”.
Piştî ku Hamasê êrîşa bi roketan girt ser xwe Îsraîlê deriyê Kerem Şalom a li kêleka Refahê ye 3 rojan girt û tevî roja Çarşemê ji nû ve hat vekirin jî li gorî ofîsa saziya alîkariya mirovî (Ocha) ya Neteweyên Yekbûyî ya li Fîlîstînê, gihandina alîkariyê "gelekî dijwar e".

Îsraîl roja Înê êrîş û topbarana xwe li ser Xezeyêbi taybetî Refahê zêde kir.

Bajarê Refahê, bajarê dawîn li başûrê Xezeyê beriya sînorê Misrê ye û nêzî 1,4 mîlyon Filistînî lê dijîn, operasyonên leşkerî şandina alîkariyên mirovahî felc kiriye. Li gorî Ny’ê 110,000 kes neçar mane ku bajar biterikînin.

Şerê ku ev heft meh in berdewam dike, danûstandinên nerasterast bi armanca bidestxistina agirbestekê di navbera Îsraîl û Hemasê de bêyî lihevkirinekê li Qahîreyê bi dawî bûn.

Roja din Serokdewletê Amerîkayê Joe Biden cara yekem gef li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu xawribû ku heke êrîşa li ser Refahê bi cih bîne wê şandina çekan ji bo Îsraîlê rawestîne.