BI DÎMEN

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê ji bo DEM Partiyê banga piştgiriyê kir

Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê têkildarî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bang kir ku piştgirî ji DEM Partiyê re bê dayin.

PIŞTGIRIYA JI BO DEM PARTIYÊ

Nûnerên Pêkhateyên Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê daxuyaniyek dan ANF'ê û têkildarî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên li Tirkiykeyê bang piştgiriya bi DEM Partiyê re kirin.

Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk Demîr Çelîk diyar kir ku di hilbijartinên xwecihî de gelê Kurd wê li dijî faşîzma li Kurdistanê helwestê nîşan bide û got, "Di 31'ê Adarê de li Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hene. Daxwaza me ji gelê me ew e ku li dijî faşîzm, îzolasyon, tecrîd û tarîtiyê dest bidin hev. Bibin Xizirê hev ku em rojên tarî ronî bikin."

Mele Salih Botî jî bi navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo DEM Partiyê banga piştgiriyê kir û anî ziman ku li Kurdistanê her dengekî ji partiyên sîstemê re bê dayin wê li hemberî gelê Kurd berdêlên xwe yên giran hebe. Mele Salih Botî got, "Di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê de bila gelê me dengê xwe bide partiya xwe. Li dora partiya xwe bicivin, xwedî li îradeya xwe derkeve. Xwedî li çand, netewe û şehîdên xwe derkeve. Ji bîr nekin; her dengekî ji partiyên din re biçe wê bibe fîşek, top û şer û li Kurdan vegere. Lewma bila Kurd îradeya xwe destnîşan bike."

Bi navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê jî Alî Atalan ji bo DEM Partiyê banga piştgiriyê kir û got, "Banga me li gelê me ye. Li dijî zilm, zordarî, diziya kedê û faşîzmê divê helwesta me zelal be. Em dengê xwe bi kar bînin û îradeya xwe nîşan bidin. Ji bo aştî, azadî û wekheviyê em dengê xwe bi kar bînin. Di nava ruhê seferberiyê de divê em bixebitin. Ji bo DEM Partiyê divê gelê me seferber bibe."