KCÊ-E: Berxwedana bi rûmet a Şengalê divê bi tenê neyê hiştin

KCÊ-E'yê li ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê rabû û got, "Dîrok îro ji mirovahiyê dixwaze ku deynên xwe yên ku xwişk û birayên Êzdî bidin. Şengal wê qet û qet serî berjêr neke. Lê divê ku di vê berxwedana xwe ya rûmetdar de tenê neyê hiştin."

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER ŞENGALÊ

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Şengal / Êzdîxan di fermana 74'an şûn de ji bo ji nû ve ferman û jenosîd bi ser wan ve neyên, bi hewayeke civakî, aborî çandî û leşkerî li ser hîm û rêgezên Xweseriya Demokratîk bi firehî û kûrahî bi rêxistinbûna cewherî, pêngavên xweparastin û mayîndekirinê dane destpêkirin. Şengala azad, demokratîk û xweser bi avakirina yekîneyên leşkerî wek Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), bi sazkirina meclîsên Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ); bi gav avêtinên partîbuyinê Partîya Azadî û Demokrasiyê a Êzdîxan (PADÊ) û bi ji nû ve bikaranîna şaredariyan li Şengalê hêviya jiyaneke bi rûmet ji nû ve vejiya. Ku di vê çarçovê de bi deh hezaran Êzdiyên koçî derveyî Şengal kiribûn vegeriyan xaka xwe ya pîroz Şengalê! Ev vejîn weke tirs û xofekê kete dilê dewleta tirk a dagirker. Dewleta êrîşkar bi hevkariya PDK û bi bêdengiya dewleta navendî ya Iraqê ji 3'ê Tebaxa 2014'an heta îro êrîşên xwe yên li dijî jiyana nû a Şengalê bênavber didomîne. Di van êrîşan de armanca dagirkeran:

⦁    Jenosîda bi destê DAÎŞ‘ê 3 Tebaxa 2014'an de da destpêkirin û nîvco ma temam bike.
⦁    Şengala bi hîmên Neteweya Demokratîk / Xweseriya Demokratîk tê avakirin, rawestîne.
⦁    Destketiyên civaka Êzdî yên siyasî, civakî û aborî têk ve bibe.
⦁    Bi van êrîşan Şengala ku roj bi roj, ji Rojhilata Navîn re dibe mînak, vê hêviyê bişkîne.
⦁    Hêz û hişmendiya radestîkar û xayîn a PDK'ê li pêşberî hemû bêrûmetiya wê jî, wê dîsa li Êzdîxan serwer bike.

Dewleta tirk a faşîst û dagirker bi peymana 9'ê Cotmeha 2020'an ku bi Hewlêr Bexda û Enqere re dabû morkirin, armanca xwe ya sereke Şengal bi fermaneke nû, wê tune bike rûbirû bihêle. Êrîşên dewleta dagirker a tirk hêz û cesareta xwe ji îxaneta PDK'ê, bêdengiya hêz û dewletên navneteweyî û ji dewletên herêmê digire.

Bangawaziya me di serî de ji dewletên yê Fermana 74'emîn weke jenosîd nirxandine ew bi erka xwe ya li Êzdiyan xwedî derkevin rabin.

Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê hatiye damezrandin van êrîşên tunekirinê yên ku dijî Şengalê têne kirin weke êrîşên DAÎŞ'ê bibînin û bi leşkerî û bi peymanên navneteweyî tevlî parastina xwedî derketina Êzdîxan bibin.

Gelê Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava yê Kurdistanê êrîşên li dijî Şengal êrîşên weke li dijî xwe bibînin û helwesteke yekîtî û neteweyî bidin nîşandan.

Ev êrîşên dewleta tirk a dagirker di heman demê de zirar dide dewletên herêmê jî. Ji vê boneyê divê dewletên herêmê zanibin ku bêdengî û ji nedîtî hatina wan wê sibê li wan vegere! Êzdîxan / Şengal bi hêzên parastina cewherî yên jin û mêr ên leşkerî bi aweyekî canbexşane li ber xwe didin. Tevahiya civaka Êzdî divê ji bo Şengal bi yek dengî bi yek helwestê nerazîbûnên xwe diyar bike û bitêkoşe.

Herî dawî dewleta tirk a faşîst û dagirker bi amûrên hewayî ên bêmirov 8'ê Adarê êrîşeke bêyî pîvanên mirovahiyê li dijî gundê Rêzka ya Şengalê kir. Ev êriş li ser vîn û îradeya jinê ye. Ev mejî mejiyê DAÎŞ'ê ye. Jinên Şengalê pir bi rengeki dewlemend û berxwedêr 8'ê Adarê pêşwazi kirin, tam di vê rojê de ji, ev êriş pêk hat. Armanca vê êrîşe li ser hêzên parastina Şengalê, ew e ku jinên Şengalê, ji vê doze wane rewa dûr nexin. Di vê êrîşê de Mecdel Feqîr ji eşira Feqîran tevlî refên nemirên Êzdîxanê bû.

Em weke Koordinasiyona Civaka Êzdî yên li Ewropayê bangî Kurdistan, Rojhilata Navîn, Ewropayê û tevahiya cîhanê dikin. Divê bê zanîn ku ya tarîtî û reşiya herî kûr DAÎŞ'ê da sekinandin BEXWEDANA ŞENGALÊ ya li dijî fermana 74'ya hate dayîn bû. Vê berxwedanê hêvî da gelên bindest û rê li ber şikandina rêwîtiyê û tarîtiyê vekir. Dîrok îro ji mirovahiyê dixwaze ku deynên xwe yên ku xwişk û birayên Êzdî bidin. Şengal wê qet û qet serî berjêr neke. Lê divê ku di vê berxwedana xwe ya rûmetdar de tenê neyê hiştin."