BI DÎMEN

Di Nobeda Azadiyê ya Strasboûrgê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ev 12 sal in li Strasboûrgê Nobeda Azadiyê tê girtin û vê hefteyê komeke ji bajarê Bremen ê Elmanyayê nobed dewir girt.

Bi pêşengtiya Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî bi mebesta  dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ji 25’ê Xizîrana 2012’an û heya niha li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ‘Nobeda Azadiyê’ tê lidarxistin.

Hemû hefteyan komên cuda yên  ji welatên Ewropayê tên, nobedê dewir digirin.

Di hefteya 610’emîn de welatparêzên ji bajarê Bremen ê Elmanyayê yên bi navê Îshan Yilmaz, Abdullah Sonay û Kazim Çîçek nobed dewir girtin.

Berdevkê Komê Îshan Yilmaz bi bîr xist ku Nobeda Azadiyê ev 12 sal in berdewam dike û got: ‘’Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertî, hewce ye gelê me hesastir tevbigere.’’

Yilmazî ev yek jî anîn ziman: ‘’Bi wasî ku esaret û tecrîd dewam bike, hewce ye em rehet tevnegerin. Beriya ku hêviya aştiyê li Tirkiyeyê ji holê rabe, hewce ye tecrîd bi dawî bibe.’’ Û bi taybetî bang li rewşenbîrên Tirk kir û got: ‘’Beriya ku daxwaza pêkvejiyanê ji holê rabe, hewce ye çalakî werin lidarxistin.’’

Îshan Yilmazî di dawiya axaftina xwe de ev yek ragihand: ‘’Hewce ye di zûtirîn demê de bi Rêbertî re hevdîtinên çareseriyê werin kirin, ev yek rasterast têkildarî azadiya Rêber Apo ye.’’