Dewleta Tirk a dagirker careke din qadên çandiniyê hedef girt

Dewleta Tirk a dagirker careke din cihên niştecihan û zeviyên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bejahiya navçeya Eyn Îsa bi çekên giran hat bombekirin.

Di encama bombebaranê de agir bi zeviyan ket û bi dehan hektar zeviyên çandiniyê şewitîn.

Ji ber bomberdûmanê ekîbên agirkujiyê nikarin biçin qada şewatê û mudaxaleyî agir bikin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ev du roj in li Zirganê zeviyên çandiniyê dişewitînin. Çeteyên li baregeha El Eydûş zirar dan zeviyên çandiniyê yên ku çavkaniya debara gelê herêmê ye.