BI DÎMEN

Parêzer Menzîone: Li Îmraliyê tecrîdeke dermirovî heye

Parêzerê Îtalî yê navûdeng Ezîo Menzîone destnîşan kir ku li seranserê cîhanê mînaka tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tune ye û got: ‘’Tecrîda li Îmraliyê dermirovî ye.’’

MÎNAKA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ TUNE YE

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 4 sal in bi tu awayî agahî nayê standin. Abdullah Ocalan ev 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê rehîngirtin. Mafê hevtîdina bi malbat û parêzeran re yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê xespkirin û nerazîbûnên li dijî şert û mercên giran ên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roj zêdetir dibin. Her wiha helwesta Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku dikare biçe Îmraliyê, rê li ber dewamkirina tecrîdê vedike.

Parêzerê Îtalî Ezîo Menzîone têkildarî êşkenceya li Îmraliyê û helwesta CPT’ê ji ANF'ê re axivî.

‘MÎNAKEKE DIN A VÊ TECRÎDÊ TUNE YE’

Parêzer Ezîo Menzîone got ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di van salên dawî de girantir bûye û ev yek anîn ziman: ‘’Hema bibêje hemû Girava Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan hatiye veqetandin. Her wiha hin girtiyên din jî anîne giravê. Tecrîdeke di vê astê de ji aliyê exlaqî ve dermirovî ye û tu aliyên wê yên qanûnî tune ye. Hemû welat tecrîdê dizanin lê belê tecrîdeke evqasî giran nizanin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ji sînorên mirovahiyê wêdetir e. Astengkirina hevdîtina bi malbatê re dermirovî ye. Her wiha astengkirina hevdîtina bi parêzeran re jî ne qanûnî ye. Divê ev kiryar bi rêyên qanûnî were bidawîkirin.

‘ABDULLAH OCALAN BI AWAYEKÎ ADIL NEHAT DARIZANDIN’

Menzîone biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên sala 2003'yan ên derheqê şert û mercên li Îmraliyê de bi bîr xist û got: ‘’DMME’yê bi biryara xwe nîşan da ku Ocalan bi awayekî adil nehatiye darizandin û ji bo darizandineke nû û çareseriyeke qanûnî pêşniyarên xwe kiribû û rê nîşan dabû. Niha dema darizandineke nû ya di çarçoveya rewabûna qanûnî û pîvanên exlaqî de ye.’’

‘DIVÊ CPT VÊ DERQANÛNIYÊ JI HOLÊ RAKE’

Parêzer Menzîone helwesta CPT’ê ya têkildarî şert û mercên li Îmraliyê rexne kir û ev yek anîn ziman: ‘’CPT derheqê şert û mercên girtîgeha Îmraliyê û rewşa Birêz Ocalan de xwedî vîzyonekê ye. Lê belê xuya ye ku zêde bi mijarê re eleqedar nîne. CPT ji bo parastina guherandina vê rewşê xwedî bandora siyasî û exlaqî ye. Lê belê divê em zorê li CPT’ê bikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û derqanûniya li Îmraliyê bi dawî bike. Divê ev yek berpirsiyariya me ya hevpar be. Ger hemû welatên piştgiriya CPT’ê dikin, berpirsiyariyên xwe bi cih bînin wê ev yek pêk were.’’

‘BIRYARÊN DMME’YÊ TÊN BINPÊKIRIN LÊ BELÊ CEZA TUNE YE’

Menzîone destnîşan kir ku bêdengiya li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê nayê qebûlkirin û bi bîr xist ku Tirkiye bi salan e biryarên DMME’yê binpê dike. Her wiha Menzîone got ku nayê qebûlkirin ku Tirkiye hem biryarên DMME’yê û hem jî Peymanên Mafên Mirovan ên Ewropayê binpê bike û neyê cezakirin. Menzîone wiha got: ‘’Tirkiye bi salan biryarên DMME’yê binpê dike. Tev em dikarin bibêjin ku Tirkiye ew welat e ku herî zêde biryarên DMME’yê binpê dike. Ji Rûsyayê jî zêdetir biryarên DMME’yê binpê dike. Her çend gelek dozên Rûsyayê yên ku dewam dikin hebin jî, ew carna van biryaran bi cih tîne. Tirkiye jî hem di dosyaya Ocalan de hem di ya Osman Kavala de û hem jî di dosyayên din de tu biryaran bi cih nayîne. Ji bo ku em Tirkiyeyê neçar bikin ku van biryaran bi cih bîne, divê em rêyên hiqûqî û siyasî peyda bikin.’’