Celal Başlangiç hat bibîranîn: Nûnertiya heqîqetê kir

Rojnamevan Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn. Di bîranînê de hat destnîşankirin ku Başlangiç nûnertiya heqîqetê kiriye.

BÎRANÎNA CELAL BAŞLANGIÇ

Hewldana 78’an û Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGC) li Muzeya Çapemeniyê ya li navçeya Fatîhê ya Stenbolê ji bo rojnameger Celal Başlangiç ku di 3’yê gulanê de jiyana xwe ji dest dabû merasîma bîranînê li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî û Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz, hevalên Başlangiç û gelek nûnerên rojnameger û rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Merasîm, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 

Di bîranînê de ji ewil parastvana mafên mirovan Nîmet Tanrikulu axivî û wiha got: “Celal, yek ji wan rojnamevanan bû ku bazdana li pey heqîqetê û serînetewandin hînî me kir. Ji bo me parastvanên mirovan îroj rojeke cuda ye. Celalê ku her tim li cem me bû, niha tune ye. Dostekî me bû ku her tim dengê me mezintir dikir. Rojnamevanekî ku meseleya Kurd û binpêkirinên mafan ên giran digirt dest û teşhîr dikir.”

Piştre jî sînevîzyonek hate pêşandan. Piştî sînevîzyonê, Sekretera Giştî ya TGS’ê Sîbel Guneş axivî û got ku ji berê ve rojnamevan her tim di bin zextan de ne. Guneş, diyar kir ku rojnameger gelek caran rastî binpêkirinên mafan û darizandinên derhiqûqî tên. Guneş, got ku ew pişta xwe bi tu hêzên siyasî û aborî germ nakin û ew dema karê xwe dikin aştiyê esas digirin. 

Nûnera Yekitiya Ewropayê Sema Kiliçer jî anî ziman ku Başlangiç nûnertiya heqîqetê dikir û wiha domand: “Me mirovekî gelek biqîmet winda kir. Nûnertiya heqîqetê dikir. Dikir ku em bi rastiyê re hevrû bibin. Rojên bihêvî ji me re hişt. Em ji dil û can xemgînin. Em careke din wî bi minet bi bîr tînin.” 

Ji Dayikên Aştiyê Hanim Tosun jî axaftineke kin kir. Tosun, diyar kir ku Başlangiç zilma li Kurdistanê dihat kirin bi nûçeyên xwe teşhîr kiriye lewma li sirgunê jiyana xwe ji dest da. Tosun, wiha bi dawî kir: “Ji ber ku bêhiqûqtiyên dihatin kirin jinedîtî ve nehat, li xakeke biyanî jiyana xwe ji dest da. Bila her kes bizane ku dê kesên rastî nivîsandin nemirin û dê pênûsa wan li erdê nemîne. Ji vê piştrast im ku dê hevalên Celal û ciwan wî pênûsî tu caran li erdê nehêlin.” 

Herî dawî jî heval û hogirên Başlangiç bîranînên xwe yên bi Başlangiç re vegotin û merasîm bi dawî bû.