Kurdistaniyên li Awûstûryayê, bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” xwe amade dikin ku cejna neteweyî ya gelê Kurd Newrozê pîroz bikin. Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek anî ziman ku Newroza îsal wê ji aliyê meclîsên bajaran ên li paytext Viyanayê, bajarên Innsbruck, Graz, Bregenz û Lînzê bên lidarxistin.
Zîrek diyar kir ku Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn roja zindîbûna xwezayê û jiyaneke nû ye, lê ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê xwedî wateyeke cuda ye û wiha dewam kir: “Newroz rojeke dîrokî, siyasî ye. Çalakiya civakî û çandî ji bo Kurdan û Tevgera Azadiya Kurd, roja berxwedaneke watedar e. Di heman demê de cejna azadiyê ye ku li dijî her cure koletî, zext, zordarî, qirkirin û polîtîkayên asîmîlasyonê têkoşîn tê meşandin. Divê gelê Kurd li gorî vê wate û naveroka dîrokî xwedî li Newrozê derkeve û Newrozê pîroz bikin.”
Kurdistaniyên li Awûstûryayê wê Newroza 2024’an bi rengekî ku ji êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û gelê Kurd bibe bersiv û di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” pîroz bikin. Zîrek got, "Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe yên li Awûstûryayê dikin ku bi van hestan Newrozê pîroz bikin û bi xurtî tevlî pîrozbahiyan bibin."
Pîrizbahiya Newrozê ya Meclîsên Civaka Azad wiha ye:
Viyana
23.03.2024
Saet: 15:00
Gasometer, Guglgasse 8, 1110 Wien
Graz
23.03.2024
Saet: 15:00
Puchstraße 47, 8020 Graz
Bregenz
23.03.2024
Saet: 14:00
Hofsteigsall Bundesstraße 20, Lauterach, 6923
Brengez
Linz
24.03.2024
Saet: 14:00
Hauptstraße 1-5, 4041 Linz
Innsbruck
24.03.2024
Saet: 14:00
Olympiastraße 10, Variante F, 6020 Innsbruck
Di çarçoveya çalakiyan de wê li paytext Viyanayê jî resepsiyona Newrozê, meşeke bi meşaleyan bê lidarxistin.
Plansaziya wê wiha hate diyarkirin:
Resepsiyona Newrozê wê 19'ê Adarê saet 18:00'an li Wien Rathaûsê bê lidarxistin.
Meşa Newrozê ya bi meşaleyan wê 20’ê Adarê saet 18:00’an li Votivparkê bê lidarxistin.
Pîrozbahiya Newrozê ya bi pêşengiya YXK’ê wê 21’ê Adarê saet 17:00’an li Heldenplatzê bê lidarxistin.