BI DÎMEN

Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Seher Denîz bi dawî bû

ûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Seher Denîz a li Heîlbronnê bi dawî bû.

TÛRNÛVAYA FOTBOLÊ

Ji bo diyarkirina tîmên ku wê di Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya ku di 25’ê Gulanê de li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bê lidarxistin, li gelek deverên Ewropayê tûrnûva dest pê kirin.


Li bajarê Heîlbronn ê eyaleta Başûr a Elmanyayê tûrnûva hat lidarxistin. Nêzî 500 kes beşdarî tûrnûvaya futbolê ya Başûrê Elmanyayê ya ku ji aliyê TCŞ û TekoJIN’ê ve hat lidarxistin bûn.

Tûrnûvaya ku li Heîlbronnê li ser navê şehîd Seher Denîz a di sala 2016’an de beşdarî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû, dest pê kir. Di çalakiyê de xwişka Seher Denîz axivî.  Piştî deqeyeke rêzgirtinê tûrnûva bi beşdariya 17 tîman dest pê kir.

Di tûrnûvayê de tîma Kurdische Fußball Team bû yekemîn, Meşkîna Spor bû duyemîn û Zerîn Sincar Spor jî bû sêyemîn. Kupa ji aliyê xwişka Seher Denîz ve hatin dayîn.

Her wiha tîma TekoJIN’ê jî weke yekane tîma jinan hat xelatkirin.

Di dawiya tûrnûvayê de ciwanan dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin û tûrnûvaya xwe bi serkeftî bi dawî kirin.

Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn ji bo mîhrîcana ku di 25'ê Gulanê de li Freîbûrgê wê bê lidarxistin hatin vexwendin.

Her wiha di çarçoveya tûrnûvayê de ji bo nameyan ji CPT re bişînin ji ciwanan zêdetirî 200 îmze hatin berhevkirin.