EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Atînayê meşa li dijî nîjadperestî û şer
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, bi banga rêxistinên penaberan bi hezaran kes li dijî nîjadperestî û şer daketin qadan. -
Li Neversê Newroz hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarê Nevers ê Fransayê dijîn, li ser esasê mezinkirina têkoşîna li dijî êrîşên qirkirina Kurdan Newroz pêşwazî kirin. -
Şehîdên Helebceyê li bajarên Ewropayê hatin bibîranîn
Di çalakiya ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebceyê de, hat xwestin ku Qirkirina Helebce û Enfalê di asta navneteweyî de bê naskirin, tazmînata qurbaniyan bê dayîn û hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Kurdistanê bên şermezarkirin. -
Şehîd Tolhildan Qendîl li Darmstadtê hat bibîranîn
Dayika Şehîd Tolhildan Qendîl Kejal Hesen Zade ku bi rêya telefonê beşdarî merasîma bîranînê ya li Darmstadtê bû, wiha got: “Ez ji we daxwaz dikim ku wefadarî û baweriya xwe ya bi şehîdan re biparêzin. Her tim serê xwe bilind bikin.” -
Li Şaredariya Munîhê Newroza destpêkê!
Li şaredariya bajarê Munîh ê Elmanyayê, YJK û Dîe Lînke’yê resepsiyona Newrozê ya hevpar lidar xist. Li Munîhê ku cara destpêkê ye Newroz lê tê pîrozkirin, hat destnîşankirin ku ji bo çareseriya meseleya Kurd, azadiya Rêberê Gelê Kurd şert e. -
FED-KURD'ê banga beşdarbûna Newrozê kir
FED-KURD'ê ji bo pîrozbahiya navendî ya Newrozê banga beşdarbûnê kir ku pîrozbahî wê di 23'yê Adarê de li Frankfûrtê were lidarxistin. -
KCDK-E: Me Helebce, Qamişlo, Gazî û Efrîn ji bîr nekiriye, em ê nedin jibîrkirin
KCDK-E’yê komkujiyên Helebce, Qamişlo, Gazî û Efrînê şermezar kir û bang kir ku li ser bingehê yekîtiya neteweyî berxwedan bê mezinkirin. -
Şehîdên Helebçe li Lûzernê hatin bibîranîn
Li Lûzernê şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Li siyasetmedar Tahir Koçer 2 sal û 5 meh cezayê girtîgehê hat birîn
Siyasetmedar Tahir Koçer ku di Kanûna 2022’an de hatibû binçavkirin û girtin, di rûniştina li Munîhê de 2 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. -
Li Bonnê ji bo zarokê li Efrînê hat qetilkirin meş hate lidarxistin
Li Bonnê qetilkirina bi hovane ya zarokekî li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ye, bi meşekê hate protestokirin. -
Tecrîda Îmraliyê di rojeva Konseya Federal a Swîsreyê de ye
Parlamenterên Swîsreyê tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan tê meşandin anîn rojeva Meclîsa Federal a Swîsreyê û bang li Konseya Federal kirin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê têkevin nava liv û tevgerê. -
Konseya Ewropayê daxwaza demildest berdana Demîrtaş kir
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AKBK) bang li dewleta Tirk a ku biryarên DMME'yê bi cih neaniye, kir ku demildest siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş serbest berde û ji bo Osman Kavala jî wê diyalogê bidomîne. -
Li Rûsyayê hilbijêr ji bo hilbijartina ku encama wê diyar e, çûn ser sindoqan
Li Rûsyayê ji bo hilbijartinên serokatiyê ku vê roja Îniyê destpê kir û wê heta Yekşemê bidome, bang li 110 milyon hilbijêran hate kirin ku biçin ser sindoqan. -
Senatorên Baskê pirsa 'Îmraliyê' li hikumeta Spanyayê kirin
Senatorên herêma Baskê pêşnûme pirsek pêşkêşî hikumeta li Madrîdê kirin û bal kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Zimanê şerker ê Macron ê li dijî Rûsyayê bû sedema nerazîbûnan
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron careke din têkîldarê şerê Ûkraynayê daxuyaniyên tund da û diyar kir ku eger alozî zêde bibe ew amade ne bersivê bidin. Mûxalefetê nerazîbûn nîşanî gotinên 'şerxwaz' ên Macron da. -
Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê: PDK êdî bi eşkere dijminatiyê dike
Rêxistinên Kurdan ên li welatên Sowyeta berê û Rûsyayê bi daxuyaniyekê li ber planên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê rabûn û nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan. -
Welatparêz Cemal Dûman jiyana xwe ji dest da
Cemal Dûman ku demeke dirêj ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin, li Verviersê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dûman ji aliyê gelek Kurdistaniyan û hezkiriyên wî ve hat veşartin. -
‘Li Girtîgeha Elmanyayê zimanê Kurdî qedexe ye’
Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ê li girtîgeha Hannoverê girtiye, anî ziman ku bi awayekî fîêlî zimanê Kurdî di girtîgeha Elmanyayê de qedexe ye. -
Di doza Kenan Ayazî de dubare daxwaza guhertina dadger hate kirin
Helwesta serokê dadgehê Wende Spohrs ku li doza aktîvîstê siyasî yê Kurd Kenan Ayaz dinêre, her ku diçe rê li ber bertekan vedike. -
'Her dengê ji DEM Partiyê re wê sîleyek li rûyê faşîzmê bikeve'
TEV-ÇAND Ewropa û Kevana Zêrîn diyar kirin ku her dengê ku ji DEM Partiyê re tê dayîn sîleyeke li rûyê faşîzmê bikeve û got: “Li qadên Newrozan bi coşa xwe û di hilbijartinên 31'ê Adarê de jî bi dengên xwe faşîzmê li erdê bixin.” -
‘Em Newrozê bikin mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’
TEV-ÇAND Ewropa û Kevana Zerîn daxuyandin ku ji bilî serkeftinê ew ê tu bijarteyek dîtir qebûl nekin û got: “Em ê Newrozê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan û Azadî’ bixemlînin û bikin mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.” -
Li Berlînê panela piştevaniya bi girtiyên siyasî re
Platforma Piştevaniya bi Girtiyan re di çarçoveya 18’ê Adarê Roja Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî de li paytexta Elmanya Berlînê panelek lidar xist û ji bo girtiyên şoreşger banga piştevaniyê kir. -
Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê di hefteya 611’an de ye
Çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 12 sal in Strasboûrgê tê meşandin, di hefteya 611’an de bi koma ji bajarê Salzgîtterê hatî dewam kir. -
KCDK-E'yê ji bo çalakiyên Newrozê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E'yê bang li Kurdên li derveyî welat û dostan kir ku di serî de Newroza navendî ya li Frankfûrtê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin. -
Li 5 navendên Awûstûryayê pîrozbahiyên Newrozê tên plankirin
Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek got ku Newroza 2024’an wê bi pêşengiya Meclîsên Civaka Azad li 5 bajarên Awûstûryayê bên lidarxistin û banga mezinkirina pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” kir.