BI DÎMEN

Li Helsînkiyê meş û mîtînga 8’ê Adarê

Li Helsînkî ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi girseyî hate pêşwazîkirin dirûşmeya sereke "Jin, Jiyan, Azadî" bû.

8'Ê ADARÊ ROJA JINÊN KEDKAR ÊN CÎHANÊ / HELSÎNKÎ

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meş û mîtîngek hat lidarxistin. Meş û mîtîng bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NÇDK), Aurora, RISEUP4WEST-Fînlanda û Ciwanên Çep ên Fînlandî ve hat organîzekirin. Gelek Kurdistanî û nûnerên saziyên cuda tevlî meş û mîtîngê bûn.

Girse li navenda bajêr li ber dêra mezin (Senatîntorî) li hev civiya û heta qada Narînkkatorî meşiya. Li vir der barê navên rêxistinan de daxuyanî hatin dayîn û dirûşme hatin berzkirin. “Jin, Jiyan, Azadî” dîsa bû dirûşmeya sereke. Dirûşmeyên ji bo piştgiriya Şoreşa Jinên Rojava û Berxwedana Serdemê hatin berzkirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.