FED-MED'ê banga beşdarbûna Newroza Frankfûrtê kir

FED-MED NRW'ê bang kir ku gel bi ‘ruhê serhildanê’ beşdarî pîrozbahiya Newrozê ku wê di 23'yê Adarê de li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê were lidarxistin, bibe.

Rêveberiya FED-MED NRW’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku wê Newroza 2024'an bibe sala tekoşînê ya di astên bilind de û banga beşdarbûna Newroza ku wê di 23'yê Adarê de li Frankfûrtê were lidarxistin, kir.

Di daxuyaniya nivîski de ev yek hatin gotin:

‘’Newroz ji bo gelê Kurd cejna vejîn û azadiyê ye. Newroza sala 2024’an jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Hewce ye girêdayî vê pêvajoya berdewam a kampanyaya  ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li seranserê cîhanê hatiye destpêkirin, gel xwe nîşan bide. Em baş dizanin ku hemû pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşmeyên; 'Bijî Serok Apo' vediguherin pîrozbahiyên dilsoziya ji bo Rêber Apo. Newroza 2024’an bêguman wê bibe sala serkeftinê ya ku tekoşîn, vîn û dilsozî di astên herî bilind de xwe nîşan didin.

Gelên Mezopotamyayê, îsal jî dubare xwe amade dikin ku li dora agirê Newrozê bibin yek. Newroz ji bo gelan tê wateya 'roja nû', 'vejîn', 'hatina biharê', 'roja yekem a sala nû’ û 'cejna vejînê.'

Beriya Zayînê di sala 612’an de gelê ku li Nînovayê bi salan rastî zilma Qralê Asûrî Dehak dihatin, bi pêşengtiya Kawayê Hesinkar xwe birêxistin kirin û ji çiyayan daketin û dawî li wê zilmê anîn. Ev serhildana şoreşgerî îro xwe di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de nîşan dide. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê radeya dawî ya tekoşîna Kawayê Hesinkar e.

Vîna rizgariyê û azadiya gelê Kurd a ku veguheriye Newrozê di şexsê hevrêyên Rahşan, Bêrîvan, Ronahî û Semayan de ruhekî fedaî ava kir. Şoreşa Azadiya Kurdistanê bi çirûskeke ruhê fedaîyane yê Apoyî careke din di dîrokê de xwe nîşan da. Dildariya Newrozê bêguman feraseta azadî û rizgarbûna gelê Kurd jî ava kiriye. Bi vejîna Newrozê re hişmendiya civakî ya ku bi hezar salan e li dijî emperyalîzm, dagirkerî û her cure paşverûtiyan, derketiye holê. Kevneşopiya Mazlûm Dogan ku veguherî vîna ‘agirê her sê zilikên şixateyê venemirînin’ û ev kevneşopiya hevrêyên Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik ku bi agir veguherî têkoşîna mezin, bûye perspektîfa têkoşîn û serkeftina Şoreşa Azadiya Kurdistanê. Ev feraset û vîn îro li çiyayên azad ên Kurdistanê di şexsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de xeteke bêhempa ya têkoşînê afirandiye.

Girêdayî vê yekê beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê ya hemû Kurdistaniyên li Ewropa û Elmanyayê dijîn, gelê Kurdistanê û dostên wan gelekî girîng e. Li ser vî esasî  em weke FED-MED NRW’ê hemû Kurdistanî û dostên wan, li ser xeta têkoşîna şoreşgerî, bi feraseta vejîn û azadiyê û bi ‘ruhê Serhildanê’ vedixwînin pîrozbahiya Newrozê ya navendî ku wê di 23’yê Adarê de li bajarê Frankfûrtê were lidarxistin.’’