EWROPA
Hemû Nûçe
-
Bişeng Brûsk û Sara Hogir li ber avahiya NY’ê hatin bîranîn
Di çalakiya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê de şehîd Bişeng Brûsk û Sara Hogir hatin bîranîn. Di çalakiyê de peyama, "Em ê Rêberê xwe azad bikin" hat dayîn. -
Li Dresdenê bi pêşengiya FEDA’yê Cema Xizir pêk hat
Li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê bi beşdariya Hevserokê FEDA Demîr Çelîk û Pîr Alî Koçak Cema Xizir hat lidarxistin. -
Gefên li ser Navenda Civaka Kurd a Bremenê hat protestokirin
Siyasetmedaran bertek nîşanî gefên li ser Navenda Civaka Kurd a Bremenê dan, xwestin li dijî êrîşa faşîst û nîjadperest bi hev re tevbigerin. -
Nebin alîgirê dîlgirtin û tecrîda li ser Rêberê me!
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çalakiya xwe ya li Strasboûrgê de got, “Tecrîda li ser Rêber Apo sûcê mirovahiyê ye. Rêbertiya me xeta me ya sor e. Divê saziyên Ewropayê erkên xwe pêk bînin.” -
ADGB: Binçavkirin û zext nikarin têkoşîna me ya yekbûyî asteng bike!
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bertek nîşanî binçavkirin û girtinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê da û destnîşan kir ku ev zext nikarin pêşiya têkoşîna yekbûyî bigirin. -
NCDK’ê bang li Swêdê kir: Ferît Çelîk berdin!
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK) bang li Swêdê kir ku Ferît Çelîk ê li ser daxwaza Elmanyayê hatiye girtin, serbest berde. -
Statuya xweser a Korsîkayê diyar dibe
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn hevdîtineke bi qasî 4 saet û nîv bi nûnerên Korsîkayî re pêk anî. Darmanîn “pêşniyara destûra bingehîn” ku “5 gavên girîng” di nav de hene, pêşkêşî Kosîkayiyan kir. -
Li dergaha FEDA'yê Cema Xizir pêk hat
Li dergeha Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Cema Xizir pêk hat. -
Li Bensheîmê ji bo Rêberê Gelê Kurd qert hatin şandin
Li Bensheîmê di çarçoveya kampanya “100 hezar qert” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qert hatin şandin. -
Danişîna siyasetmedarê kurd Kenan Ayaz dewam kir
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku li Elmanyayê tê darizandin, bal kişand ser êrîşên li ser gelê Kurd. -
Traktoran rêyên Brukselê dagir kirin
Bi sedan traktorên ku berê xwe dan paytexta Belçîka Brukselê rê dagir kirin. Li gelek deveran di navbera xwepêşandêran û polîsan de rageşiyê rû da. -
Li Swîsreyê bi tevlîbûna parêzerên Abdullah Ocalan civînên gel hatin lidarxistin
Li bajarên Swîsreyê bi beşdariya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyasetmedaran civînên gel hatin lidarxistin. -
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Bordeaûxê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya 4 rojan a li Bordeaûxê bi civînekê bi dawî bû. -
Li Cenevreyê şehîd hatin bibîranîn
Malbatên şehîdan li Cenevreyê hatin ba hev, şehîd bi bîr anîn û gotin: "Partiya me ya ku îro bûye hêviya bi milyonan, hêza xwe ji mîrateya şehîdan digire." -
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd li Bolléneyê meş hat lidarxistin
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bolléne yê Fransayê meşek hat lidarxistin. -
Li Berlînê ji bo Rêberê Gelê Kurd qert hatin şandin
Kurdistaniyên li Berlînê dijîn, qertên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişînin amade kirin û avêtin qutiya posteyê. -
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê komxebata çareseriyên altarnatîf lidar xist
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê, ji bo derbaskirina krîzên li Rojhilata Navîn û pêşkêşkirina çareseriyên alternatîf, komxebatek organîze kir. -
Komeleya Kurd a Bremenê nerazîbûn nîşanî gefa nîjadperestan da
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Bremenê nerazîbûn nîşanî gefa ku bi guleyeke bi nivîsa ‘SS’ hatî xwarin da û got: “Polîtîkaya krîmînalîzasyonê ya saziyên dewletê ji êrîşên nîjadperestan re zemînê amade dike.” -
3 şehîdên ji heman malbatê li Bonnê hatin bibîranîn
Li bajarê Elmanya Bonnê ji bo Zîn Jînda ya herî dawî li Tebqayê şehîd bibû û şoreşgerên bi navê Rizgar û Latîf ên di dîrokên cuda de şehîd bûbûn, çalakiya bîranînê hate lidarxistin. -
Şehîd Fîraz Dag hat bibîranîn
Derhêner û Rojnameger Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) ê li Reqayê şehîd bû, bi wesîleya rojbûna xwe li Goristana London Highgate ya ku gora wî lê ye, ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn. -
Li Stûttgartê li dijî tundrewên rast xwepêşandanek hat lidarxistin
Nêzî 8 hezar kes li ser banga zêdeyî 80 saziyan li Stûttgartê li hev civiyan û bi dirûşma "Pêla rastgiran bişkînin" meşiyan û peyama "Em ê di têkoşîna li dijî AfD'ê de bi ser bikevin" dan. -
Li Kantona Aargauyê bi sedan qert şandin Îmraliyê
Qertên di çarçoveya kampanyaya "Ji Îmraliyê re 100 hezar qert” li bajarên Swîsre Wildegg, Brugg û Lenzburgê hatin amadekirin, bi girseyî hatin şandin. -
Konferansa Cenevreyê bi dawî bû: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Di konferansa li Cenevreyê de bal kişand ser hevkariya hêzên navneteweyî di avakirin û birêvebirina sîstema êşkenceya Îmraliyê û peyama "Deriyê Îmraliyê bi berxwedan û têkoşîna hevpar dikare bê vekirin" hat dayîn. -
Li Bremenê sempozyûma Perwerdehiya Ziman û Pêşdibistanê hat dayîn
Yekmal e. V, Yekîtiya Mamosteyên Kurd û sendîkaya GEW'ê “14’emîn Sempozyûma Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî" organîze kirin. -
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Bordeaûxê bi coş didome
Li bajarê Bordeaûxê ya Fransayê çalakiya greva birçîbûnê di roja sêyemîn de bi coş didome. Çalakgeran bi kesên hatin serdana wan re ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên zindanan re qert şandin.