Li Marbûrgê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya ku li bajarê Marbûrg ê Elmanyayê hat lidarxistin bûn.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Elmanyayê di navbera 10-23'ê Adarê de bi şîara "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya aştiyane’ li gelek navendan bi coş tên lidarxistin.

Frankfurt weke yek ji navendên girîng ên pîrozbahiyên Newrozê yên li Elmanyayê derdikeve pêş.

Amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newroza navendî ya 23'ê Adarê li Frankfurtê bê lidarxistin dewam dikin, li bajarê Marbûrgê jî pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya ku bi pêşengiya Komeleya Hezkiriyên Kurdistanê hat lidarxistin bûn.

Şaredarê Marbûrgê Thomas Spies di pîrozbahiyê de axivî û got, "Ez Newrozê li gelê Kurd pîroz dikim. Ji bo Kurdan jiyaneke azad dixwazim û têkoşîna mafdar a Kurdan silav dikim."

Beşdarên din ên di çalakiyê de axivîn ev tişt naîn ziman: “Mîmarê şoreşa Kurdistanê Abdullah Ocalan beriya 52 salan di roja Newrozê de gava yekem a bi navê ‘destpêkê’ di têkoşîna azadiya gelê Kurd de avêt.”

Hunermend Azad Bedran ku ji Amedê hatiye jî di şahiyê de derket ser dikê û kêliyên ku nayên jibîrkirin pêşkêşî beşdaran kir.

Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî" û "Newroz pîroz be" hatin berzkirin.