BI DÎMEN

Danasîna pirtûka Abdullah Ocalan a bi zimanê Ermenî hatiye wergerkirin hat kirin

Pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Şaristanî, Serdema Xwedayên Bi maske û Padîşahên Veşartî" ku bi zimanê Ermenî hatiye wergerandin, hat nasandin.

Berga yekemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji 5 cildan a bi navê “Şaristanî, Serdema Xwedayên Bi maske û Padîşahên Veşartî” bi zimanê Ermenî hat wergerandin.

Ji bo danasîna pirtûka navborî li paytexta Ermenistanê Erîvanê li Komeleya Yekîtiya Nivîskaran çalakiyek hat lidarxistin. Di merasîma vekirinê de Cîgirê Ermenî Kinyas Hesenov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan, Endama Yekîtiya Nivîskarên Kurd Seyran Celad, Dîroknas Gevorg Xudinyan û Lêkolîner û Kurdolog Karen Hovanisyan axaftin kirin. Ji bilî axaftvanan gelek rewşenbîr û nivîskar jî amade bûn.

Endama Yekîtiya Nivîskarên Kurd Seyran Celad di destpêka axaftina xwe ya bi zimanê Ermenî de got, “Ev berhem ne tenê ya gelê Kurd e, ya hemû mirovahiyê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ramanên xwe yên kûr ên felsefî dest bi şoreşeke mezin kir. Pirtûkên ku ji pênc cildan pêk tên, pêngavên destpêkê yên Rêber Apo yên ber bi siberoja azad ve ne. Dewleta Tirk bi êşkence û tecrîda li ser Rêberê me hewl dide gelê Kurd li hemberî wan çonkan dane û Kurdan bêdeng bike.”

Seyran Celad anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd ê li ber tinebûnê ji nû ve vejand û jiyanek nû da wan. Celad da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd bi ramanên îdeolojîk ên kûr gelê Kurd ronî kir û got: “Ji ber vê yekê ev pirtûk îspata ruhê nerm, kesayeta leheng, xislet û hêza rêberekî şoreşger ê evîndarê azadiyê ye.”

Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan diyar kir ku heta niha pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi 10 zimanan hatine wergerandin û got: “Ji ber ku li Rojhilata Navîn û cîhanê eleqeyek mezin ji bo fikrên Rêber Apo heye. Hem Kurdên li Ermenistanê dijîn û hem jî gelê Ermenî divê teqez vê pirtûkê bixwînin. Bi vî awayî ew ê bi nasname û dîroka xwe re têkilî deynin.”

Dîroknas Gevorg Xudînyan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Rêrberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di bin şert û mercên tecrîdê de û got: “Li girava Îmraliyê berxwedaneke mezin û girîng heye. Di serî de divê ku mirov vê berxwedanê fêm bike û wate bide wê. Pergala kapîtalîst-emperyalîst a heyî ber bi hilweşînê ve diçe. Li şûna vê sîstemê nîzameke nû ya cîhanê pêş dikeve.”

Di dawiya çalakiyê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Hevserokê Şewra Gelê Kurd û Alîkarê Kinyas Hesenov ve hatin îmzekirin.