BI DÎMEN

Li dijî tecrîda li Îmraliyê li Avîgnonê greva birçîbûnê hat destpêkirin

Li Avîgnonê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ / AVÎGNON

Li bajarê Avîgnon ê Fransayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 sal in ku agahî jê nayê girtin, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çarçoveya Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" û bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat destpêkirin, wê bi komên ku 3 kesin pek tê bi awayekî bi dorveger bidome.

Jinên Kurd ên dest bi greva birçîbûnê kirin, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû Kurdistaniyên welatparêz ên li Ewropayê dijîn, pîroz kirin û gotin: "Azadiya Rêberê me azadiya jinan e.”

Jinan peyama, "Ji bo Rêbertî û azadiya girtiyên di zindanan de serî hildin" dan û banga xwedîderketina li berxwedana girtiyan û Dayikên Aştiyê kir.