BI DÎMEN

Pîrozbahiya Newrozê ya li Brîtanyayê diyarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azad’ hat kirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Brîtanyayê wê îsal di navbera 17-24'ê Adarê de li gelek navendên weke London, Lîverpool, Exeter û Brîgtonê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya aştiyane" bên lidarxistin.

Pîrozbahiyên Newrozê ku îsal bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û pêkhateyên wê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya aştiyane" wê di navbera 17-24'ê Adarê de li gelek bajaran bi taybetî li London, Lîverpool û Edînbûrghê bên lidarxistin.

London wê bibe yek ji navendên girîng ên pîrozbahiyên Newrozê yên li Brîtanyayê. Li Londonê ku amadekariyên Newrozê temam bûne, Kurdistanî û dostên wan ketine nava kelecana Newrozê.

Li Parka Fînsbury a Londonê tê payîn ku pîrozbahiya Newrozê ya bi heybet bê lidar xistin. Di 17'ê Adarê roja Yekşemê de wê pîrozbahiya Newrozê ya navendî li Parka Fînsbury pêk were û wê siyasetmedarê Kurd Ahmet Yildirim tevlî bibe û her wiha hozan Dîno, Beser Şahîn, Necmeddîn Xulamî, Koma Zelal û Merwan Şan wê derkevin ser dikê. Dîsa wê komên govendê derkevin ser dikê. Zêdetirî 70 karsaz û esnaf ku di nav de fîrmayên tenduristî û hiqûqê jî hene, sponsoriya Newroza Londonê kirin.

Li Londonê weke her sal tê payîn ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Brîtanyayê di êvara 20'ê Adarê de pîrozbahiyeke bi heybet a Newrozê bi pêxistina agir û gerandina govendê li dar bixe. Di Newroza ku wê bi pêşengiya KCC’ê bê lidar xistin de, hunermend Rotînda, Suna Alan, Mîr Serhed û Koma Zelal wê derkevin ser dikê û li gel dahol û zirnê jî wê govend bên gerandin.

Navenda din a pîrozbahiyên navendî yên li Brîtanyayê wê Lîverpool be. Di pîrozbahiya Newrozê ya ku wê di 19'ê Adarê de ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ve li Învîsîble Wînd Factory bê lidarxistin de hunermend Beser Şahîn, Necmeddîn Xulamî, Sîpan Xelat, Merwan Şan, Mîr Serhed wê derkevin ser dikê.

Di çarçoveya bernameya Newrozê ya Meclîsa Gelê Kurd de wê li bajarê Edînburghê ya Skoçya pîrozbahiyeke girseyî ya Newrozê bê lidarxistin. Di pîrozbahiya Newrozê ya ku wê li qada ku Navenda Civaka Kurd lê ye bê lidarxistin de wê hunermend Rotînda, Koma Çar û Yek, Koma Dengê Jiyan, Koma Rojava û Merwan Şan derkevin ser dikê.

Li Brîtanyayê wê di 18'ê Adarê de li Exterîn û di 22'ê Adarê de jî li Brîghton û Sheffîeldê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Saît Suruç û Aso Kemalî ji ANF'ê re axivîn û dan xuyakirin avakarê şoreşa Kurdistanê Abdullah Ocalan beriya 52 salan di rojeke Newrozê de pêngava yekem avêtiye û gotin, “Beriya zayînê di sala 612'an de Kawayê Hesinkar di 21’ê Adarê de berxwedana li dijî Qralê Asûrî yê zalim Dehak bi rêxistin kir. Ev roj bi pêşengiya Abdullah Ocalan li gorî cewhera têkoşîna xwe weke ‘cejna vejîn, cejna azadiyê’ tê pîroz kirin.

Hevserokan, destnîşan kirin ku ew armanc dikin ku bi dirûşmeya pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de ji aliyê dostên gelê Kurd ve li 74 navendên cîhanê hat destpêkirin, berxwedana li dijî polîtîkayên tecrîd û qetlîamê li qadên civakî, siyasî û civakî derxin asta herî jor. 

Hevserokan Kamalî û Suruç diyar kirin ku ew ê çalakiyên Newroza îsal ya li Brîtanyayê ku bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya aştiyane" bên lidar xistin diyarî pêngava 10’ê Cotmehê ya navneteweyî bikin û gotin, “Newroza 2024'an wê bibe Newroza Azadiya Rêber Apo û Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd. Newroz Pîroz Be!"

Bernameya Newrozê ya li Brîtanyayê:

Newroza Navendî ya Londonê
Dîrok: 17'ê Adara 2024
Saet: 12:00-19:00
Cih: Parka Fînsbury
Newroza Ciwanan a li Londonê
Dîrok: 20'ê Adara 2024
Saet: 16:00-23:00
Cih: Navenda Civaka Kurd a Londonê
Exeter
Dîrok: 18'ê Adarê
Saet: 17:00-22:00
Cih: Exeter Phoenîx
Lîverpool
Dîrok: 19'ê Adara 2024
Saet: 17:00-22:00
Cih: İnvisible Wind Factory
Brîghton
Dîrok: 22'ê Adarê
Saet: 17:00-22:00
Cih: St. Martin’s Church Levels Road
Edînburgh
Dîrok: 24'ê Adarê
Saet: 12:00
Cihê: Navenda Civaka Kurd a Edîrburgh