Li Elmanyayê pêleke nû ya grevê destpê kir

Li rêyên hesinî û hewayî yên Elmanyayê pêleke nû ya grevê destpê kir. Grev nîşan dide ku rewşa civakî ya li welêt nebaş bûye.

Li Elmanyayê par ji supermarketan heta bi sektora xizmetê li gelek sektoran nakokiyan rû dan. Piştî demeke dirêj a ku buha zêde bûn, danûstandinên li ser şert û mercên kar û muçeyan jî mezin bûn.

Elmanya ku bi kalîteya diyaloga civakî û feraseta lihevkirinê ya navbera rêveberî û sendîkayan dihate naskirin, bi vê rageşiyê serûbin bû. Bi taybetî jî di sektora ragihandinê de vê yekê rû da.

Ji Mijdara 2023'an û vir ve cara pêncemîn e ku bang li ajokarên trenê yên Deûtsche Bahn tê kirin ku ji sibeha Pêncşemê heta danê nîvro ya Înê bikevin grevê.

Li sektora hewayî jî personelên bejahî yên koma hewakariyê Lûfthansa, wê heta sibeha Şemiyê li balafirgehên bingehîn ên Elmanyayê bikevin grevê. Tê payin ku tevlîbûna li grevê gelekî zêde be.

Balafirgeha Frankfûrtê ku mezintirîn balafirgeha vî welatî ye, ji ber ku wezîfedarên ewlekariyê wê roja Pêncşemê dest ji kar berdin, hişyarî dan ku seferên balafiran dikare felç bibe.

Daxwazên sendîkayan li gel şert û mercên kar her wiha li ser zêdekirina muçeyan e. Tê gotin, Deûtsche Bahn pêşniyar dike ku ji bo ajokarên trenê muçe ji sedî 13 bê zêdekirin û piştî sala 2026'an dema kar jî hefteyê saetekê bê kêmkirin.

Sendîkaya makînîstan GDL dixwaze muçe kêm nebe û dema kar jî ji 38 saetên hefteyekê dakeve 35 saetan.

Li Lûfthansayê jî sendîkaya Verdî dixwaze muçe ji sedî 12.5 bê zêdekirin, yanî mehane herî kêm 500 Euro bê zêdekirin.