Ji CÎK'ê peyama Remezanê: Em bibin yek û hevgirtî bin

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya destpêkirina meha Remezanê daxuyaniyek da û hêvî kir ku ev meh aştî û aramiyê ji cografya Îslamê re bîne. Her wiha banga yekîtî û hevgirtinê li Kurdan kir.

MEHA REMEZANÊ

Di peyama CÎK'ê de hate gotin, "Em hêvî dikin ku li Alema Îslamê û cîhanê aştî û aramî pêk were. Ji Xwedayê mezin hêvî dkin ku meha Remezanê bibe wesîle ji bo jiyaneke azad û aştiyane ya gelan."

Di peyamê de bi dewamî hate gotin, "Em îsal hesabê gunehên xwe bikin, xwe ji zilm û zaliman vegirin, bibin bawermendên ku li maf û edaletê digerin, li dijî şer û neheqiyê em helwestê nîşan bidin, bi başî û edaletê bijîn û bidin jiyîn. Em jiyana xwe ya mayî weke mirovên xwedî exlaq û wijdan dewam bikin. Mîna ku pêxemberê me Resûlûllah got, di destpêka vê mehê de em bên rehmê û xwe bigihînin maxfîretê. Em xwe ji gunehên xwe yên berê paqij bikin, bi rengê xwişk û biratiyê, bi rengekî azad, wekhev, aştiyane û aram bijîn. Em pirsgirêkên nava xwe bi xwişk û biratî bi axaftinê çareser bikin. Em careke din li hemberî xwişk û birayên xwe şer nekin."

CÎK'ê xwest ku kes nekeve xefika fitne û fesadiyê û got, "Li gelek parçeyên welatê me, dijminên gelê me dixwazin tovên nîfakê bixin nava me, naxwazin em bibin yek. Dewletên dagirker û mêtinger her devera wlatê me kirine qada şer, komkujiyên li hemberî gelê me roj bi roj zêde dibin. Li dijî dijminê xwe û li dijî dewletên dagirker ku dijminê Xwedê ne, em bi hev re têbikoşin. Em yekîtî û hevgirtina xwe pêk bînin û lîstikên dewletên dagirker têk bibin."

Di dawiya peyamê de bi navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê meha Remezanê li hemû gelên Îslamê hate pîrozkirin û hêviya aştî û aramiyê hate kirin.