EWROPA
Hemû Nûçe
-
‘Ji ber ku yekîtiya netewî ya Kurdan tune ye nikare xitabî cîhanê bike’
Prof. Hamît Bozarslan di konferansa li Berlînê de axivî, anî ziman ku Kurd ji ber ku li welatê ku lê dijîn neheqî li wan hat kirin bi dewletên din re hevkarî kirin û got: “Ji ber ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan tune ye nikarin xitabî cîhanê bikin.” -
Li Berlînê konferansa ‘Zehmetî, Derbasî û Perspektîfên Kurdan'
Li Berlînê konferansa 'Jinûve Fikirîna Cîhanê: Zehmetî, Derbasî û Perspektîfên Kurdan' tê lidarxistin. -
Pêngava Gerdûnî: Em ê rejîma Erdogan neçar bikin ku deriyê Îmraliyê veke!
Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Gerdûnî ku qonaxa xwe ya duyemîn ragihand, wiha got: “Em ê rejîma Erdogan neçar bikin ku deriyê Girtîgeha Îmraliyê veke.” -
Ji Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî ji bo mexdûrên erdheja Japonyayê
Saziya alîkariya mirovî Heyva Sor a Kurdistanê bi hevkariya karsazên Kurd ên li Japonyayê alikariya weke xwarina germ û erzaqî da mexdûrên erdhejê yên li bajarê Sûzû ê li nîvgirava Notoyê. -
Qonaxa duyemîn a pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' destpê kir
Pêngava 'Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku 10'ê Cotmeha 2023'an di asta navneteweyî de hate destpêkirin, derbasî qonaxa duyemîn bû. -
KNK ji bo spasiyê çû serdana Şaredariya Lozanê
KNK'ê ji ber mazûvanî û tevkariya çalakiyên bi boneya 100'emîn salvegera Peymana Lozanê hatin lidarxistin, spasiya Şaredariya Lozanê kir. -
Bişeng Brûsk û Sara Hogir li ber avahiya NY’ê hatin bîranîn
Di çalakiya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê de şehîd Bişeng Brûsk û Sara Hogir hatin bîranîn. Di çalakiyê de peyama, "Em ê Rêberê xwe azad bikin" hat dayîn. -
Li Dresdenê bi pêşengiya FEDA’yê Cema Xizir pêk hat
Li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê bi beşdariya Hevserokê FEDA Demîr Çelîk û Pîr Alî Koçak Cema Xizir hat lidarxistin. -
Gefên li ser Navenda Civaka Kurd a Bremenê hat protestokirin
Siyasetmedaran bertek nîşanî gefên li ser Navenda Civaka Kurd a Bremenê dan, xwestin li dijî êrîşa faşîst û nîjadperest bi hev re tevbigerin. -
Nebin alîgirê dîlgirtin û tecrîda li ser Rêberê me!
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çalakiya xwe ya li Strasboûrgê de got, “Tecrîda li ser Rêber Apo sûcê mirovahiyê ye. Rêbertiya me xeta me ya sor e. Divê saziyên Ewropayê erkên xwe pêk bînin.” -
ADGB: Binçavkirin û zext nikarin têkoşîna me ya yekbûyî asteng bike!
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bertek nîşanî binçavkirin û girtinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê da û destnîşan kir ku ev zext nikarin pêşiya têkoşîna yekbûyî bigirin. -
NCDK’ê bang li Swêdê kir: Ferît Çelîk berdin!
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK) bang li Swêdê kir ku Ferît Çelîk ê li ser daxwaza Elmanyayê hatiye girtin, serbest berde. -
Statuya xweser a Korsîkayê diyar dibe
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn hevdîtineke bi qasî 4 saet û nîv bi nûnerên Korsîkayî re pêk anî. Darmanîn “pêşniyara destûra bingehîn” ku “5 gavên girîng” di nav de hene, pêşkêşî Kosîkayiyan kir. -
Li dergaha FEDA'yê Cema Xizir pêk hat
Li dergeha Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Cema Xizir pêk hat. -
Li Bensheîmê ji bo Rêberê Gelê Kurd qert hatin şandin
Li Bensheîmê di çarçoveya kampanya “100 hezar qert” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qert hatin şandin. -
Danişîna siyasetmedarê kurd Kenan Ayaz dewam kir
Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku li Elmanyayê tê darizandin, bal kişand ser êrîşên li ser gelê Kurd. -
Traktoran rêyên Brukselê dagir kirin
Bi sedan traktorên ku berê xwe dan paytexta Belçîka Brukselê rê dagir kirin. Li gelek deveran di navbera xwepêşandêran û polîsan de rageşiyê rû da. -
Li Swîsreyê bi tevlîbûna parêzerên Abdullah Ocalan civînên gel hatin lidarxistin
Li bajarên Swîsreyê bi beşdariya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyasetmedaran civînên gel hatin lidarxistin. -
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Bordeaûxê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya 4 rojan a li Bordeaûxê bi civînekê bi dawî bû. -
Li Cenevreyê şehîd hatin bibîranîn
Malbatên şehîdan li Cenevreyê hatin ba hev, şehîd bi bîr anîn û gotin: "Partiya me ya ku îro bûye hêviya bi milyonan, hêza xwe ji mîrateya şehîdan digire." -
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd li Bolléneyê meş hat lidarxistin
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bolléne yê Fransayê meşek hat lidarxistin. -
Li Berlînê ji bo Rêberê Gelê Kurd qert hatin şandin
Kurdistaniyên li Berlînê dijîn, qertên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişînin amade kirin û avêtin qutiya posteyê. -
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê komxebata çareseriyên altarnatîf lidar xist
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê, ji bo derbaskirina krîzên li Rojhilata Navîn û pêşkêşkirina çareseriyên alternatîf, komxebatek organîze kir. -
Komeleya Kurd a Bremenê nerazîbûn nîşanî gefa nîjadperestan da
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Bremenê nerazîbûn nîşanî gefa ku bi guleyeke bi nivîsa ‘SS’ hatî xwarin da û got: “Polîtîkaya krîmînalîzasyonê ya saziyên dewletê ji êrîşên nîjadperestan re zemînê amade dike.” -
3 şehîdên ji heman malbatê li Bonnê hatin bibîranîn
Li bajarê Elmanya Bonnê ji bo Zîn Jînda ya herî dawî li Tebqayê şehîd bibû û şoreşgerên bi navê Rizgar û Latîf ên di dîrokên cuda de şehîd bûbûn, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.