Rûsyayê li herêma Harkîvê dest bi êrişeke bejahî kir

Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê ragihand ku Rûsyayê roja Înê li herêma Harkîvê ya li bakurrojhilatê welêt ji bo 'têkbirina xetên parastinê yên Ûkraynayê' dest bi êrişeke bejahî kiriye û şer dewam dike.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, "Roja derbasbûyî, dijmin li sektora Vovchanskê ya li ser sînorê herêma Belgorod a Rûsyayê ye bi bikaranîna bombeyên hewayî, êrîşeke hewayî kir."

Heman çavkaniyê, bêyî ku cihê êrişê eşkere bike û got, "Serê sibehê derdora saet 5'an dijmin wesayitên zirxî bi kar anî û hewl da xetên me yên parastinê têk bibe."

Wezaretê ragihand ku êriş 'hatiye têkbirin', lê belê 'şer di asteke cuda de' dewam dike û ji bo 'xurtikirina parastinê' ya herêmê 'yekîneyên cihgir' li herêmê hatine bicihkirin.

Beşeke mezin a herêma Harkîvê ji aliyê Rûsyayê ve hate dagirkirin, lê sala 2022'an hate rizgarkirin. Harkîv ku li herêma sînor e û duyemîn bajarê herî mezin ê welêt e, mehên dawî bû hedefa bombardûmaneke giran.