BI DÎMEN

Tevgera Alimên Kurdistanê kongreya xwe li dar xist

Tevgera Alimên Kurdistanê li eywana civînan a Medreseya Ehmedê Xanî ya Hagenê 2’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist.

Tevgera Alimên Îslamê yên Kurd 2’emîn kongreya xwe ya asayî li eywana civînan a Medreseya Ehmedê Xanî ya bajarê Hagen ê Elmanyayê li dar xist. Gelek alimên Kurd beşdarî kongreyê bûn.

Tevgera Alimên Kurdistanê ku di kongreya ku bi beşdariya hemû delegeyan pêk hat, qanûn û bernameya xwe ya nû diyar kir. Tevgera Alimên Kurdistanê ku dest bi xebatên ji nû ve avakirinê kir, navê xwe weke “Tevgera Zanyarên Îslamê Ya Hemden û Nûjen” guherand.

Kongre bi xwendina Quranê hat vekirin. Piştre hilbijartina Meclîsê hate kirin. Serokê Tevgera Alimên Kurdistanê Muhyedîn Kurtay ku di kongreyê de qata yekemîn girt, bal kişand ser girîngiya damezrandin û mîsyona yekîtiya xwe û got ku wan di pêvajoyeke dîrokî de 2’emîn kongreya xwe li dar xistin. Kurtay diyar kir ku Yekitiya Alimên Kurdistanê li ser esasê feraseta Îslamê ya Kurdistanê û Medreseyan hatiye avakirin û got: “Tevgera me ji bo tevkariyê li têkoşîna netewî ya li 4 parçeyan tê meşandin bike, hatiye avakirin. Me damezrandina xwe li ser bingehek zexm ava kir. Ev yekîtî xwedî bingehek bi hêz e. Zanayên Kurdistanê wê li ser vê bingehê saxlem tevkariyê li têkoşîna netewî bikin û civaka Kurd bilind bikin. Pêvajoya avakirinê dê li ser vê bingehê pêş bikeve. Alim tê wateya aqil. Civakek hewcedarê mirovên aqilmend e. Girîng e ku agahî ji civakê re bê dayîn. Em alimên Kurd ji bo vê hatin cem hev. Mijareke din a girîng ku divê em li ser rawestin jî kurdnasên din ên ku ji yekitiya me dûr dikevin. Pêdivî ye ku em li ser vê yekê biaxivin ka meriv çawa bi ser bikeve."

‘DIVÊ JI BO AZADIYA RÊBERÊ GELÊ KURD CIVAK BÊ HIŞYARKIRIN’

Muhîttîn anî ziman ku alimên civakekê wijdan û hafizeya wê civakê ne û got: “Nebûna yekîtiya gelê Kurd alimên ji hev cuda dike û ev yek di têkoşîna civaka Kurd de xwe dide der. Eger alimên Kurd bûbûna yek dê civakê şiyar bikirana. Îro têkoşîna Kurdan a civakî wê di qonaxeke bilind de bûya. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro di nava tecrîdê de nedibû. Ev tecrîta ku li ser rêberê civakek ku maf û qanûnên miletekî diparêze, nayê qebûlkirin. Divê raya giştî vê qebûl neke. Ger kurdperwerên îroyîn bibin yek û raya giştî ronî bikin. Rêberê me ne girtî bû. Alimên mizgeftan ên ku di navbera meaş û wijdan de asê mane civakê li ser bingehek rast agahdar nakin. Ji alîmekî ku êsîrê heqdestê xwe ye, helwesteke Îslamî nayê hêvîkirin."

Serokê CÎK'ê Ahmet Hafîz Turhalli jî axivî û got: “Feraseta Îslamê ya li Medreseyên Kurdistanî yên li alema Îslamê hatiye pêşxistin, referans e. Îslama ku bi Medreseyên Kurdî pêşketiye û belav bûye, Îslameke resen û civakî ye. Di dîrokê de ji bo wêrankirin û bêbandorkirina vê herêmê ol bi kar anîne. Ji ber ku Îslama rast û civakî tu carî ne di berjewendiya tu desthilatdariyê de ye. Dewleta Osmanî ji bo asîmîlekirina vê feraseta rast, bi taybetî li Kurdistanê, bi meqam û pereyan hewl da ku alîmên Kurd bikişîne ser xwe. Heger hûn bala xwe bidinê, hemû Şêxulîslamên navdar ên serdema Osmanî alimên Kurd bûn. Îro li Kurdistanê jî heman tişt di bin navê olê de tên kirin. Divê em wek alimên Kurd ji bo Îslama rast xwedî helwest bin û li hember vê yekê di cihê xwe de rawestin. Em nikarin li hemberî asîmîlekirina zarokên me yên di bin navê olê de bêdeng bimînin. Weke Zanayên Kurd divê em li dijî vê yekê bibin xwedî helwest û xebat. Em weke alimên Kurd divê aliyê akademîk ên medreseyên Kurdistanê derxin holê û alîmên nû perwerde bikin.”

Piştî axaftinan rêzikname û bernameya nû hatin xwendin û ji bo deng hatin dayîn. Di dema ku destûrname û bernameya nû hat qebûlkirin, piştî nîqaşên ji bo pejirandina navê nû ji aliyê Tevgera Alimên Kurdistanê ve hatin kirin, navê Tevgera Zanyarên Îslamê Ya Hemden û Nûjen a Kurdistanê bi yekdengî hate qebûlkirin.

Di kongreyê de ji bo diyarkirina rêveberiya nû jî hilbijartin hat kirin. Di encama hilbijartinan de rêveberiyek ji 9 kesan ku ji 7 serekîn û 2 cîgir pêk dihat bi yekdengî hate diyarkirin. Ahmet Hafiz Turhalli wek Serokê nû yê Tevgera Îslamî ya Hemdem û Nûjen a Kurdistanê hat hilbijartin.

Kongre piştî spasiya Serokê nû Ahmet Hafiz Turhalli qediya.