Endama Komîteya Ciwanan a PKK’ê û Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Bişeng Brûsk û endama Rêveber a Koma Jinên Ciwan Sara Hogir ên di 28’ê Tîrmeha 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, li bajarê Arnhem ê Hollandayê hatin bibîranîn.
Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Arnhemê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Fatoş Saglamgoz hate lidarxistin. Di bîranînê de ji bo giyanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêz hate girtin.
Di bîranînê de birayê Bîşeng Brûsk axivî û got: “Em ê xwedî li armancên şehîdan derkevin.”
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.