BI DÎMEN

Li Solothûrnê şehîd hatin bibîranîn

Gerîla Dijwar Tolhildan ê 24’ê Tîrmeha 2019’an li Şemzînanê, Bişeng Brûska ya ku 28’ê Tîrmeha 2023’an, Sara Hogir Riha û Tolhildan Qendîl li bajarê Solothûrnê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Gerîla Dijwar Tolhildan (Mustafa Yalçinkaya) ku di 24’ê Tîrmeha 2019’an de li Şemzînanê şehîd bû, Endama Komîteya Ciwanên PKK’ê û Komalên Jinên Ciwan Bişeng Brûska ku (Rojda Bîlen) ya 28’ê Tîrmeha 2023’an di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bibû û Endama Rêveberiya Komalên Ciwan Sara Hogir Riha (Gulsûn Sîlgîr) û Endama Yekitiya Ciwanên Rojhilat Tolhildan Qendîl (Barzan Hesen Zade ku şehîd bûbû, li bajarê Solothurn ê Swîsreyê bi merasîmekê hatin bîranîn. Li qada merasîmê wêneyê şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK’ê hat daliqandin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Hevseroka Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Selma Sûrer, rêveberên Komela Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAV), malbatên şehîdan û gelek kes beşdarî bîranîna bi pêşengiya rêxistinên ciwanên Kurd ên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bûn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal axaftinek kir. Kartal got: “Ez li ber giyanê hemû şehîdên me, bi taybetî yên ku em niha bi bîr tînin, bi minetdarî û rêzdarî bejna xwe ditewînim. Şehîd ji bo gelê me bûne hêvî, qehremanî û berxwedan û lehengên sereke yên vê berxwedanê ne.”

Kartal anî ziman ku tevî êrîşan jî destana azadiya Kurdistanê li hemû cîhanê belav bûye û got: “Ev ji bo gelê me çiqasî bûye çavkaniya berxwedan û hêviyê, di heman demê de me kiriye hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker û modernîteya kapîtalîst û bû sedem ku hewldanên qirkirinê mezin bibin. Zêdebûna hêrs û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bi rastî jî nîşaneya rastbûna rêya me ye. Felsefeya Rêber Apo ya ku derbeyên giran li feraseta dewletê û faşîzma Tirk da, îro ji bo hemû gelên cîhanê bûye rêya tekane.”

Kartal bal kişand ser pêngava cîhanî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û got: “Divê em vê pêngavê bi ser bixin. Divê em ji bo vê pir organîzetir bixebitin.”

Hevberdevkê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) Mustafa Karahan jî axaftinek kurt kir û got: “Rêber Apo got, ‘Şehîd fermandarên min in û ez leşkerê wan im.’ Bi rastî ev girîngî û qîmeta şehîdên me nîşanî me dide. Ev xala dawî ya jiyana bi rûmet e.”

Li ser navê malbata şehîd Bîşeng Brûsk birayê wê jî axivî û got: “Tolhildana şehîdên me bi şopandina rêya wan dibe.”

Di bîranînê de li ser navê TekoJIN’ê Bêrîtan Aktaş axivî û gotç “Her milekî axa Kurdistanê bi xwîna şehîdan tê avdan. Ger em behsa jiyaneke bi rûmet bikin, em dikarin bi parastina van şehîdan pêk bînin. Ger em şer nekin em nikarin şehîdên xwe biparêzin. Rêbertiya me 25 sal in di tecrîdê de ye, gerîlayên me 24 saetan bi moralek mezin şer dikin. Armanca me ya niha tenê azadiya Rêber Apo ye. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê vê têkoşînê ber bi serkeftinê ve bi rê ve bibin.”

Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîdan hate nîşandan. Girsê piştî sînevîzyonê bi deqeyan dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana gerîla" berz kirin.