KNK: Serhildana 12’ê Adarê bingeha Şoreşa Rojava ava kir

Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya 20’emîn salvegera komkujî û serhildanan Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Serhildana 12’ê Adarê bingeha Şoreşa Rojava ava kir.”

20 sal berê di 12’ê Adara 2004’an de li Qamişloyê li Stadyuma futbolê êrîş pêk hatibû. Piştî êrîşê pevçûn derket û di şer û pevçûnan de bi dehan kes hatin qetilkirin. Gelê Qamişlo li dijî van êrîşan daketibû kolanan û meş û çalakî li dar xistibûn. Meş û çalakiyên li Qamişloyê dest pê kir, li gelek bajarên din belav bûn. Serhildanên gel bi mehan berdewam kir. Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi boneya 20’emîn salvegera komkujî û serhildanan Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Konseya Rêveber a KNK’ê anî ziman ku divê Serhildana 12’ê Adara 2004’an ya ku bingeha Şoreşa Rojava ava kir, baş bê zanîn û got: “Serhildana 12’ê Adarê bingehek xurt ji bo Şoreşa Rojava danî. Bi vê boneyê em hemû şehîdên serhildanê bi rêzdarî bi bîrtînin.”

KNK’ê da zanîn ku Serhildana 12’ê Adarê wateya rasteqîn a şoreşê diyar kir û got: “Ev serhildan mîrateyek dîrokî ye û navnîşaneke girîng e ku têkoşîna bo demokrasiyê û li hemberî çewisandin, kuştin û zordestiyê ya ku bi dehên salan ji aliyê rejîma Baasê ve li Sûriyeyê hatin meşandin, rave dike.

Em weke KNK şehîdên 12’ê Adarê û hemû şehîdên Şoreşa Rojava bi rêzdarî bi bîrtînin û dibêjin, em ê bi hemû israr û derfetên xwe piştevaniya daxwazên gelê xwe bikin. Em bang li hemû hêz, pêkhateyên civakî yên welatparêz û demokaratîk dikin ku bi hemû hêza xwe piştgiriya Şoreşa Rojava bikin. Serkeftin a gelê me ye.””