BI DÎMEN

Delegasyona Rojava li Îtalyayê bi baldarî hate pêşwazîkirin

Nûnerên Rêveberiya Xweser û Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed danûstandinên xwe yên li Îtalyayê bi baldarî dewam dikin. Endamên şandeyê piştî hevdîtinên dîplomatîk bi dostên Îtalyayî re hevdîtin kirin.

ROMA

Çalakiya destpêkê ya şandeyê di 6'ê Adarê de bi dirûşma 'Em Rojava biparêzin' li Romayê pêk hat. Rete Kurdistan, Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê û Dînamo Pressê çalakî birêxistin kirin û nûnerên Rojava qala deh salên şoreşê kirin.

Abdulkerîm Omer bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û behsa pêvajoya nviîsandina peymana civakî kir ku di Kanûna 2023'an de hate ragihandin.

Omer diayr kir ku peymana civakî bi îradeya hemû bawerî, gel û beşên civakê hate amadekirin û got, "Mînaka vê yekê nîne."

Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku weke 'mîmarê şoreşa jinê' pênase kir.

Rûksen Mihemed her wiha bi bîr xist ku gelê Îtalyayê ji berxwedana Kobanê û vir ve piştgiriya wan dike, lewma ev yek ji bo wan çavkaniyeke mezin a moralê ye.

TORÎNO

Endamên şandeyê 7'ê Adarê li Torînoyê beşdarî çalakiya ARCI Torîno bû ku aktîvîstên Frîdays For Fûtûre pêşengî jê re kirin.

 

Di çalakiyê de ku piraniya beşdaran ciwan bûn, li gel endamên şandeyê alîkarê serokê koma Tifaqa Çep Kesk Marco Grîmaldî axivî.

Grîmaldî nerazîbûn nîşanî hikumeta Îtalyayê û dewletên Ewropî da ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku li dijî DAÎŞ'ê têkoşiya, bi tenê hiştin.

Grîmaldî polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser dagirkerî û tecrîdê rexne kir û got, ev yek bandorê li sîstema Rojava dike.

Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed jî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û got, "Her dewletên ku çekê difiroşe Tirkiyeyê hevparê van êrîşan e." Çalakî bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi dawî bû.

MÎLANO

Çalakiya li Mîlanoyê jî li mala jinê (Casa delle donna) pêk hat û Şaredariya Berceto mêvandarî jê re kir.

Rûksen Mihemed di çalakiya bi mijara 'Di pêvajoyên şer de jin' axivî û anî ziman ku xweparastina jinê divê ji aliyê fîzîkî û îdeolojîk ve bi temamî bê fêhmkirin.

Rûksen Mihemed ragihand ku tecrûbeya xweparastinê ya li Rojava bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji bo hemû jinan û destnîşan kir ku di nava deh salên derbasbûyî de qadên jiyanê û têkiliyên civakî bi rengê jinê hatine guhertin. Beşdaran bi baldarî li Rûksen Mihemed guhdarî kirin û çalakî piştre bi pirs û bersivê dewam kir.

BERCETO

Çalakiya dawî jî li Şaredariya Bercetoyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku li Şanoya Ciwanan a Şaredariya Bercetoyê pêk hat, destpêkê li ser felsefeya dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' nirxandin hate kirin. Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed destnîşan kir ku ev felsefe li Rojava şênber bûye.

 

Piştî axaftinan koma bi navê Compagnîa Teatrale lîstika xwe ya bi navê lo Vado Madre (Ez diçim dayê!) pêşkêş kir. Di lîstikê de qala tevlîbûna jinan a li şoreşa Rojava hate kirin, ku Alberto Bedeschî derhênerî jê re kir û muzîkên wê jî ji aliyê Îsabella Del Fagîo ve hatin amadekirin.