KON-MED: Di 8'ê Adarê de em li qadan têkoşîna azadiyê mezin bikin

KON-MED'ê 8'ê Adarê silav kir û got, "Em bang dikin ku li qadên 8'ê Adarê têkoşîna azadiyê mezin bikin."

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de şehîdên jin hatin bîranîn û hate gotin, "Jin li refên herî pêş ên têkoşîna azadiyê ne."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna azadiya jinê bi paradîgmaya azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roj bêhtir xurt dibe û hate gotin, "Yek ji şertên sereke yên misogerkirina azadiya jinê, şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ye. Lewma têkoşînan li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna ji bo azadiya jinê ye. Ber bi 8'ê Adarê ve em tevlî Pêngava Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re bibin, vê têkoşînê hîn mezin bikin û sîstema tecrîda Îmraliyê bişikînin.

Di heman demê de li hemberî polîtîkayên tecrîd, înkar û îmhayê yên desthilatdariya Erdogan a faşîst û hevkarên wî, em têkoşînê mezin bikin. Li her deverê neteweya demokratîk, hevjiyana azad ava bikin, bi têkoşîna xwe desthilatdariya baviksalariyê hilweşînin. Di 8'ê Adarê de em li qadan bin û têkoşîna azadiyê mezin bikin."