BI DÎMEN

Li Saarbruckenê bîranîna şehîdan

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê şehîd Bişeng Brûsk û Sara Hogir hatin bîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Endama Komîteya Ciwanan a PKK'ê û Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Bişeng Brûsk û Endama Rêveberiya Koma Jinên Ciwan Sara Hogir ku di 28'ê Tîrmeha 2023'an de şehîd bûn, li bajarê Saarbruckenê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Çalakî ji aliyê TJK-E Saarland û Komawê ve hate lidarxistin û tevî xizmên şehîd Sara Hogir nûnerên malbatên şehîdan û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Çalakiya bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Saarbruckenê hate lidarxistin û soza dilsoziya bi armancên şehîdan hate dayin.

Di çalakiyê de sînevîzyonek hate nîşandan û çalakî bi dirûşma 'Şehîd namirin' bi dawî bû.