BI DÎMEN

TEV-ÇAND a Ewropayê hunermend Cemîl Newsûdî bi bîr anî

Navenda Çandê ya Rojhilatê Kurdistanê li Ewropa da zanîn ku hunermend Cemîl Ehmedî ku bi Cemîl Newsûdî tê nas kirin koça dawî kir û got ku hunermend Cemîl Newsûdî heta wefat kirî jî di xizmeta çand û hunera Kurdî de bû.

Navenda Çandê ya Rojhilatê Kurdistanê li Ewropa bi daxuyaniyekê diyar kir ku hunermend Cemîl Ehmedî yê ji bajarê Newsûd a girêdayî Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê, wefat kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Hunermend Cemîl Ehmedî ku bi Cemîl Newsûdî tê nas kirin, ji bajarê Newsûd a girêdayî Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.

Cemîl Newsûdî di destpêka ciwantiya xwe de hetanî roja wefat jî kirî, di xizmeta çand û hunera Hewraman û Kurdistanê de bû. Li beşa dengbêjî, stran û siyaçemane bi taybetî, bi hunera xwe xizmeteke berçav ji bo çand û hunera Hewraman û Kurdistanê kiriye.

Cemîl Newsûdî xwediyê bi sedan stran û sîyaçemaneyên Hewramî ye. Bi hunermendên bi nav û deng ên navçeya Hewramanê weke Osman Hewramî, Heme Hisên Kêmneyî, Şefî Kêmneyî re stran û hunera Hewramî gihandine asteke bilind.

Koça dawî ya hunermend Cemîl Newsûdî ji bo huner û resentiya navçeya Hewraman û Kurdistanê windahiyek mezine. Em sersaxîyê ji bo malbata hunermend Cemîl Newsûdî û hemû gelê Kurdistanê, bi taybetî gelê me yê welatparêz ê Hewramanê dixwazîn û soz didin ku em rêya wan bidomînin.”