ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Penaberê Kurd ku bi firçeya diranan wêne çêkir, bû fînalîst
Mûstafa Azîmîtabar ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku li kampeke penaberan a li Awûstralyayê 8 salan hate hiştin, bi otoportreya xwe ya ku bi firçeya diranan çêkir, di pêşbirka xelatan a herî navdar a vî welatî de bû fînalîst. -
Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
Dokûmantera Hêza ku Derya Denîz derhênerî jê re kir, di Festîvala Xelatên Fîlmên Jin ên Serbixwe ya Los Angelesê de xelata dokûmantera herî baş wergirt. -
Wênesazê Kurd wêneyê jina berxwedêr a Şengalî xêz kir
Wênesazê Kurd Ribwar Parwîzî, wêneyê dayika şengalî ku li hemberî êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê bi kevirê destê xwe maşîneyeke zirxî dabû rawestandin xêz kir. -
Stêrka Rojê bi muzîkê mezin dibe
Stêrka Rojê komeke muzîkê ya ji 9 zarokan e, ku li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kar dike. -
Awaza Çiya klîba bi navê ‘Em rê nadin’ belav kir
Koma Awaza Çiya ya muzîka klîba bi navê ‘Em rê nadin’ belav kir. Ev klîb li ser berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ye ku li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk têdikoşin. -
Awazê Çiya klîba ‘Şengal’ çêkir
Koma muzîkê ya Awazê Çiya li ser êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê û berxwedana li dijî van êrîşan klîbeke nû çêkir. -
Şanoger Sîrwan Kanat: Şano ji bo min zimanek bû
Sîrwan Kanat ku ji zarokatiyê ve dilê wî li ser şano bû û herî dawî bi hêz û hewldanên xwe li nava şanoyê rastiya xwe û civakê dît, hewl dide bi derfetên xwe şanoya Kurdî pêş bixe. -
Firat Can: Min bi nivîsên xwe dîwarên zindanê hilweşand
Firat Can diyar kir ji bo tiştên di kûrahiya dîroka mirovên di nav têkoşîna Kurdan de winda nebe wî di girtîgehê de dest bi nivîsê kiriye û got “Min bi nivîsên xwe dîwarên zindanê hilweşand.” -
Xelata baştirîn belgefîlmê dan belgefîlma 'Hêza'
Belgefîlma Hêza ku behsa serpêhatiyên jineke Êzidî ya ku piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê dîl tê girtin û piştre ji destên wan rizgar dibe û weke şervanekî li dijî DAÎŞ’ê şer kir dike, di Festîvalê de xelata belgefîlma herî baş wergirt. -
Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê konferansa xwe ya 7’emîn li dar xist
Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê konferansa xwe ya 7'emîn bi dirûşma "Li dijî qirkirin û dagirkeriyê em berxwedana çandî mezin bikin" pêk anî. -
Tûrneya Ewropayê ya Don Kîxot ji Berlînê destpê kir
Tûrneya Ewropayê ya Don Kîxot ji Berlînê destpê kir. Ji lîstikvanan Berfîn Emektar diyar kir ku şovalyeyên Kurd ên vê serdemê, jinên Kurd e. -
Bi darbûkayê xwe da jiyanê
Mahmût Îsmaîl Bekir ê ku ji zikmakî ve berasteng e, bi darbûkaya xwe nehiştiye jiyana wî were dizîn. -
Peykerê Apê Yûsif hate çêkirin
Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin ku 9'ê Mijdara 2021'ê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. -
Tarîtî li hemberî evîn û hesreta welat nebû asteng: Rêncber Ezîz
Ne zextên lê dihatin kirin, ne jî çavên wî yên ku nedidîtin nekarî li pêşiya têkoşîna wî bibe asteng. Rêncber Ezîz bû wijdanê civaka xwe. -
Awazek ji 'Bazên Zagrosan'
Ji bo bîranîna gerîlayên ku di berxwedanên Avaşîn û Zapê de şehîd bûn, straneke din hate amadekirin. -
Bi hunera xwe jin, civak û xwezayê nîşan didin
Xwendekarên Atolyeya Hunera Destan a Şehîd Delîla ku bi berhemên xwe yên giran buha tevlî pêşangeha 4’ê Nîsanê ya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne, bi berhemên xwe yên jin, civak û xwezayê nîşan dide, bal dikişînin. -
Komîteya Çand û Hunerê ya Ewropayê êrişa li Rojava şermezar kir
Komîteya Çand û Hunerê ya Ewropayê êrişa ku dewleta Tirk li Rojava kir û te de Dêra Cuma Hemze şehîd bû û helbestkar Ferhad Merdê jî birîndar bûbû, şermezar kir. -
Filmê ‘Ji Bo Azadiyê‘ îşev di Stêrk Tv de tê weşandin
Filmê ‘Ji Bo Azadiyê‘ ya li ser berxwedana 100 rojî ya Sûrê di sala 2019’an de li bajarê berxwedanê Kobanê hatibû kişandin, îşev li gorî saeta Amedê di saet 21.00’an û li gorî saeta Brûkselê di saet 20.00’an di Stêrk Tv de tê weşandin. -
Komuna Fîlm a Rojava 7 sal in bênavber berheman hildiberîne
Komuna Fîlm a Rojava, li gel êrişan jî ji sala 2015'an û vir ve gelek fîlm çêkir. Komun ji bo bibe zimanê Şoreşa Rojava bênavber dixebite. -
Têkoşîna li dijî qirkirina çandî: Hîlala Zêrîn
Endama Koordînasyona Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn Fewaze Mihemed, li dijî zîhniyeta serweriya mêr û zexta qirkirina çandê bal kişand ser girîngiya karê çand û hunerê û rêxistiniya bi pêşengiya jinê. -
Şanoger Yekta Herekol li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat bîranîn
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û 18’mîn salvegera şehadeta şehîd Yekta Herekol bi pêşengiya navendên çand û hunerê çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin. -
Ekîn: NÇM bi ruhê Newrozê xebitî
Yek ji avakarê Navenda Çanda Mezopotamyayêû Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê Celal Ekîn got “Rabirdûyeke dîrokî heye ku NÇM li gorî wate û ruhê Newrozê jiya.” -
Endamê Koma Çiya: Me Newroz bi saya PKK'ê nas kir
Endamê Koma Çiya Mehmûd Gulo anî ziman ku wan Newroz û wateya wê bi saya PKK'ê fêhm kirine û got, "Newroz bû xwedî atmosfereke nû. Bi derfetên kêm Newrozeke bi coş hate afirandin." -
Pirtûkçeya 50’emîn Newroza Serfiraziyê hat weşandin
PJAK’ê pirtûkçeya bi navê “50’emîn Newroza Serfiraziyê” weşand. PJAK destnîşan dike ku Newroz bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avabûna PKK’ê re bedewtir, watedartir bûye û vegeriyaye ser cewhera xwe ya bingehîn. -
Ji hunermend Bermal Çem berhemek nû: Bajarê Newrozê
Hunermenda Kurd Bermal Çem bi boneya Newrozê strana “Bajarê Newrozê” derxist û got: “Ez vê berhemê diyarî şehîdên, kîngê azadiya Kurdan kete xeterê agirê Newrozê bi bedenen xwe gur kirin, dikim.”