Lîstikvanê fîlmê Nameyên ji Şengalê Avar: Ev çîroka wan e

Lîstikvanê fîlmê Nameyên ji Şengalê Alî Avar diyar kir ku di fîlm de qala berxwedana li dijî qirkirinê tê kirin. Avar got, "Ev çîroka wan e" û berxwedêr bi bîr anî.

Fîlmê Nameyên ji Şengalê ku 80 deqe ye û Dersim Zerevan derhênerî jê re kiriye, wê yekemcar 3'ê Tebaxê di salvegera 9'emîn a fermanê de li bajarê Celle yê Elmanyayê bê nîşandan. Piştre jî wê li gelek welatên Ewropayê bê nîşandan.

Alî Avar ku di fîlm de bi rola Dilşêr Herekol dilîze, diyar kir ku fîlm qala çîroka şehîdan dike.

Lîstikvan Avar got, "Bêguman hûn nikarin berxwedanê bi temamî di fîlmekî dokûmanter de nîşan bidin. Êşa Kurdan heta niha bi giranî bi rêya hunerê dihate nîşandan. Aliyê wê yê berxwedêr heta niha kêm ma."

Alî Avar destnîşan kir ku Kurd bi sedan sal in li ber xwe didin û got, "Ev fîlm jî hinekî vê yekê nîşan dide. Bêguman li Şengalê komkujiyek hate kirin. Lê belê li aliyê din berxwedaneke mezin jî hebû."

Alî Avar anî ziman ku di berxwedana Şengalê de Dilşêr bi roleke girîng rabû û got, "Xelkê Şengalê hîn jî bi minet wî bi bîr tîne. Bû sembolek."

Ji fermandarên HPG'ê Dilşêr Herekol 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê li dijî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê tevî 12 hevrêyên xwe li Çiyayê Şengalê cihê xwe di nava berxwedana dîrokî de girtibû. Dilşêr Herekol li navçeya Dortyol a Hatayê li quntara Çiyayên Amanosê di 18'ê Cotmeha 2020'î de di êrîşa hewayî ya Tirk de şehîd bûbû.

Alî Avar diyar kir ku ji bo wî hêzeke mezin e ku di fîlm de bi rola Dilşêr lîstiye û got, "Ya rast, ez bi wî re li heman qadê mam û ji vî alî ve kêmasî nebû (...) Lê belê tevî vê yekê jî min pirsî ku karim hêjayî vê rolê bim yan na."

Alî Avar got, "Dema ku me fîlm dikişand, me bihîst ku hevrê Dilşêr şehîd bûye. Vê yekê bandoreke mezin li min kir. Hîn bêhtir xwedî li kar derketim û min hewl da ku karekî hîn serketî bikim."

Avar bi bîr xist ku hêzên YPG û YPJ'ê jî tevlî berxwedanê bûn, di fîlm de qala vê yekê jî tê kirin û got, "Divê mirov vê jî ji bîr neke."

Avar destnîşan kir ku di encama berxwedana gerîla û hêzên YPG û YPJ'ê de Şengal hate rizgarkirin.

Avar işaret bi metirsiyan kir ku hîn jî dewam dike û got, "Lê belê şehîdan hiştin ku em li ser piyan bimînin. Divê em wan ti carî ji bîr nekin."