Klîba nû ya Bermal Çem ‘Henasa Şoreşê’ derket

Bermal Çem, bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, klîbeke bi navê “Henaseya Şoreşê” derxist.

Hunermend Bermal Çem, bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê klîbeke nû ya bi navê Henaseya Şoreşa çêkir. Bermal Çem îşaret pê kir ku bingeha hest, stran û berhemê ji şoreşa ku şehîdan ava kiriye tê û got ku wê ji lew ma strana xwe kiriye diyarî ji hemû Şehîdên Şoreşa Rojava re.

‘EM HÛNANDINA HÛNERÊ Û ŞER BI HEV RE DIKIN’

Bermal Çem diyar kir ku wê xwestiye dema derketina stranê û salvegera şoreşê yek be û di der heqê strana xwe de wiha got: “Şoreşa Rojava ji cîhanê re bû mînak. Lewra şoreşeke wisa bû ku gelek zarok, ciwan, jin, dayik û bav di eniyên şer de bi hev re bûn şehîd. Bajar bû mîna goristanê lê li ber hêzên faşîst ên mîna DAÎŞ’ê û dewleta Tirk şoreşeke fedaiyane û bêhevta hat pêkanîn. Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jin (YPJ) û gelê me şoreş pêk anî. Min jî xwest bi rêya stranekê pariyek be jî bibim tercûman ji hestên şervanan re, van nirxan parve bikim. Bingeha hemû hest, stran û berhemên me ev şoreş e. Bêyî guman yên hestên şoreşê gihandin dîrok û pêşerojê û ev şoreş gihand hemû cîhanê şehîdên me ne. Ev şoreş hêj berdewam e. Lewma huner, şer û jiyan bi hev re berdewam in. Em van bi hev re dihûnin. Di salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ez strana xwe dikim diyarî ji hemû şehîdên Rojava re.”

Gotinên Klîbê ku Medya Doz nivîsiye, muzîka wê Bermal Çem, sererastkirina wê jî Hadî Morardî kiriye, ev in:

HENASA ŞOREŞÊ

Dilop-dilop kom bûn xeyalên sor,

Yek bi yek şîn bûn kulîlkên mor.

Pêl bi pêl ala serxwebûnê rabû jor.

Pêl bi pêl.

Şoreş bû dayika dilovan,

Dergûşa mirovahiyê hejand.

Şoreş bû bavê dilsoz û kedkar,

Xwêdana pak û şerefê rijand.

Şoreş bû. Jinên çeleng deng vedan,

Bi xwîna xwe yê şîrîn bûne destan.

Şoreş bû. Xortên bedew û ciwan

Bi xwîna xwe ya şîrîn bûne destan.

Siya çiya bû stara bajara,

Eşqa azadî ket dilê gela,

Şoreşa efsûnî bû diyariya gela.

Ya gela.

Çend xweş e azadî li zinara,

Wek ava cemidî li kaniya.

Çend xweş e azadî li ezmana,

Wek baskê spî li şînahiya.

Çend xweş e azadî, wek dermana

Li ser êşa birîna birîndara.

Çend xweş e azadî li çar hêla,

Digere bi heybet li nav guhdara.