ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Jinên Kurd xwe ji bo Festîvala Şehîd Sema amade dikin
Di 4'ê Hezîranê de wê li Swêdê 1'emîn Festîvala Şehîd Sema (Fatoş Saglamgoz) bê lidarxistin. -
Şanoya 'Ez zû bi zû namirim' li Cemxaneya Londonê hate nîşandan
Di çarçoveya 11'emîn Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê de ku bi dirûşma 'Aştî û edaletê' tê lidarxistin, li Cemxaneya li Londonê vê carê lîstikeke şano hate nîşandan. -
21 rêxistin û komeleyên ziman: Em ê zimanê xwe biparêzin
21 rêxistin û komeleyên ziman nerazîbûn nîşanî qedexekirina konser û şanoyên bi Kurdî dan û gotin, "Li dijî qedexeyan em ê li her qada jiyanê zimanê xwe biparêzin." -
Festîvala Çanda Kurd a Parîsê diyarî gerîla hate kirin
1'emîn Festîvala Çanda Kurd a li Parîsê ku bi konsereke mezin bi dawî bû, diyarî gerîla hate kirin. -
Ji girtîgehê ber bi navenda hunerê ve
Avahiya ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Reqayê de weke êşkencexane dihat bikaranîn, veguherî navenda perwerdahiya hunerî ya belaş ji bo gelê Reqayê. -
Kelecana Mihrîcana Govendê ya 33’emîn
Merasîma 'Mihrîcanê' ya ku ji ber şewba vîrûsa koronayê 2 sal hat rawestandin, di navbera 4-5'ê Hezîranê de li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê tê lidarxistin. Çalakî ji aliyê Govend Eûropa ve tê organîzekirin. -
Çanda kevnar a Êzdiyatiyê: Cumê
Mam Hecî Qaso Murat diyar kir berê wî Cumê ji bo debara xwe dikir, lê niha ji bo ku ev çand winda nebe, wî zarokên xwe fêrî Cumê kiriye û got “Li Şengalê bi tenê em çêdikin û kesekî din xwe fêr nake.” -
Dengbêj Xalîde: Devê dengbêjan nayê mohrkirin!
Dengbêj Xalîde anî ziman ku qedexekirina konserê ji bo tirsandina girseyê ye û got, "Çawa ku huner nayê zincîrkirin, dengbêj jî nayê kelepçekirin û devê wan jî nayê girtin." -
Yildirim: Dixwazin rejîmekê ava bikin û ev tişt jî kirinên wan e
Hunermend Vedat Yildirim diyar kir qedexekirina konseran ji bo Kurdan ne tiştekî xerîb e û got “Parlementer û şaredarên Kurdan hatine desteserkirin lê fêm nakin ku wê ev êriş êdî li ser her tiştî were kirin.” -
Di Festîvala Çanda Kurdî ya Parîsê de pêngava dawî
Di çarçoveya festîvalê de, pêşangeha wêneyan a Firat Bertî bi mijara “Rûyê Kurdên li Parîsê” bi temaşevanan re li Navenda Ciwanan a 18’emîn Şaredariya Parîsê hatin ba hev. -
Biryara betalkirina şanoya Kurdî ya bêhêcet
Qeymeqamiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi navê "Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû" ya ku dihat payîn ji aliyê Şanoya Mencelê ve di 31'ê Gulanê de were lîstin, betal kir. -
Tûnç: Divê em bi xurtî li ber desthilatdariyê rabin
Hunermend Ferhat Tûnç nerazîbûn nîşanî qedexekirina konseran da û got, "Ev desthilatdarî dixwaze tenê dengê faşîzmê bibihîze. Li dijî desthilatdariyê divê em dengê xwe bilind bikin, naxwe desthilatdarî wê bi ser bikeve." -
Li Nurnbergê Hefteya Çanda Kurd dest pê kir
Li bajarê Nurnbergê ya Elmanyayê 11’emîn Hefteya Çanda Kurd ku hatibû organîzekirin, dest pê kir. -
Konserên Ararat û Dogan ên li Bûrsayê hatin betalkirin
Konserên hunermendên Kurd Aynûr Dogan û Mem Ararat ên li Bûrsayê hatin betalkirin. -
Koma Şehîd Serhed klîba ‘Darberû’ ji bo berxwedana gerîla amade kir
Berxwedana gerîla ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê, di nava gelê Kurd û gelên azadîxwaz de bûye îlhameke mezin a têkoşînê. Koma Mûzîkê ya Şehîd Serhed jî ji bo vê berxwedana bêhempa klîpek nû derxist. -
Lîvanelî: Divê mirov li dijî qedexeyan li ber xwe bidin
Hunermend Zulfu Lîvanelî nerazîbûn nîşanî qedexeya li ser muzîkê da û got, "Divê mirov li ber xwe bide." -
Bêrû li Cenevreyê hate nîşandan
Lîstika polîtîk komedî ya Teatra Jiyana Nû Bêrû dest bi tûrneya li Swîsreyê kir. -
Romana 'Geliyê Zîlan' a Çelebî hate weşandin
Romana 'Welatê Qedexe Geliyê Zîlan' a nivîskar Mahmûd Çelebî qala wan mirovan dike ku di komkujiyê de hatin qetil kirin, hatin sirgûnkirin, hatin zindanîkirin û êşkence li wan hate kirin. -
Mîhrîcana Zarokan a 'Xeyalên me qirêj nekin' hat lidarxistin
Navenda Jinan ya UTAMARA bi şîara "Xeyalên me qirêj nekin" ji bo zarokan mîhrîcanek li dar xist. -
Di Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê de dîwana dengbêjan hat danîn
Di dîwana dengbêjan a di konê di navbira versiyonê maketê Kurdistanê hat danîn de kilam hatin gotin, xwarinên Kurdan hatin nasandin. -
Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi coş dewam dike
Festîvala Çanda Kurd a Parîsê roja Şemiyê bi konsera li qadê û nîşandana fîlman dewam kir. -
Helbestvan û hezkiriyên helbesta Kurdî li hev civiyan
Helbestvan û hezkiriyên Helbesta Kurdî li Stockholmê li hev civiyan û berhemên xwe parve kirin. -
'Bêrû' di Festîvala Çanda Kurd a Parîsê de hat pêşandan
Teatra Jiyana Nû, lîstika bi navê ‘Bêrû’ li Şanoya Blanc Mesnîl di çarçoveya Festîvala Çanda Kurd a Parîsê de hat pêşandan. -
‘Huner ji bo min jiyan e’
Şêwekara jin Jûliya Adil yê ji Kerkûkê bal kişande ser wêneyên ku xêz dike û got, “Di wêneyên min de jin xwedî pêşerojeke geş in û min hewl daye ku wêneyên min dilê jinan xweş bike.” -
Pala: Divê her malek ji bo Kurdî bibe dibistanek
Rêveberê Navenda Çanda Ziman û Lêkolînê ya Arsîsa Mahmût Pala got, “Her mal ji bo Kurdî dibistanek e; divê dayik û bav jî her yek bibin mamosteyek” û banga axaftin û nivîsandina bi Kurdî li her qadê kir.