Ji bo festîvala zarokan banga tevlîbûnê

Li bajarê Wîntherthûr ê Swîsreyê 2'ê Tîrmehê wê festîvala zarokan bê lidarxistin. Festîvala ku cara yekê pêk tê, bi her awayî wê bi înîsiyatîf û biryara zarokan bê lidarxistin.

Li bajarê Wîntherthûr ê Swîsreyê dawiya hefteyê ê festîvala zarokan bê lidarxistin. Festîval wê bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd a li Wîtherthûr (CDK-W) bê lidarxistin. Amadekariyên festîvalê qediya ne.

Festîvala wê 2'ê Tîrmehê roja Yekşemê saet di 10:00 de li qada Wûartîervereîn Gûtschîckê pêk were û aktîvîteyên zarokan bêne kirin. Koroya Zarokan a Wînthertûrê wê di festîvalê de hunera xwe pêşkêş bike. Her wiha wê şano hebe, dar bêne çandin, defîle hebe, pêşandana palyaço û pêşbirk bêne lidarxistin. Hunermend Serhado, Elenora Gelawêj û Bulent Tûran jî wê derkevin ser dikê.

ÎNÎSIYATÎF WÊ BI ZAROKAN RE BE

Hevserokê CDK-W'ê Îsmaîl Kaya li ser festîvalê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, tevî ku festîval ji aliyê meclîsê ve tê lidarxistin jî înîsiyatîfa wê, wê bi temamî bi zarokan re be. Kaya got, "Li dîasporayê cara yekemîn festîvaleke bi vî rengî tê lidarxistin. Ji bo festîvalê zarokan komîteyek ava kirin. Hunermendên ku wê tevlî bibin wan bi xwe diyar kirin. Festîval bi temamî li gorî biryara zarokan hate birêxistinkirin. Yekemcar wê zarok bi cîhana xwe ya pak pêşengiyê ji me re bikin. Ev gelekî bi wate ye. Ev zarok di heman demê de tevlî kûrsa zimanê Kurdî ya li komeleya me dibin. Kedeke mezin dan. Li qada festîvalê ji 10 standan wê 9 jê yên zarokan bin. Weke komele em ê tenê li standekê bikin. Standên din hemû wê yên zarokan bin. Weke Meclîsa Wîntherthûrê em bang li her kesî dikin ku tevlî festîvala zarokan bibin. Em zarokên xwe di vî karê bi wate de bi tenê nehêlin."