Mîlan Kûndera jiyana xwe ji dest da

Yek ji nîvîskarên herî navdar ên cîhanê Mîlan Kûndera di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Nivîskarê Fransî Mîlan Kûndera ku eslê xwe ji Çekê ye, roja Sêşemê li Parîsê jiyana xwe ji dest da.

Kûndera sala 1929’an li Brno ya li herêma Moravya ya Çkoslovakyayê hat dinê. Kûndera dema ku rû bi rûyê sansurê ma û ji Partiya Komunîst a Çekoslovakyayê îhraç kir, di sala 1975’an de koçî Fransayê kir. Kûndera sala 1981’an di dema serokkomariya Françoîs Mîtterand de bû welatiyê Fransayê.

Kûndera dema ku hîna li Çekoslovakyayê du pirtûk weşandin; “Henek” ku sala 1965’an helbestvanê Fransî Aragûn silav lê kir û di sala 1968’an de jî “Evînên ku Mirov Pê Bikene”.

Ji 1993’an û vir ve êdî hemû berhemên xwe bi Fransî nivîsand. Têkildarî parastina jiyana taybet, gelekî hesas bû. Kûndera ji 1985’an û vir ve ti gotineke bi deng neda. Tenê bi nivîskî bersiva pirsan dida. Biyografiya wî ya fermî ya di pirtûkên ku li Fransayê dihatin weşandin de, bi rengekî hêsan wiha dihat formulekirin: “Mîlan Kûndera li Çekoslovakyayê hatiye dinê. Sala 1975’an niştecihî Fransayê bû.”

Navê Kûndera ku gelek xelat standin, gelek caran di nava lîsteyên Xelata Wêjeyê ya Nobelê de cih girt. Pirtûkên wî hatin wergerandina zêdeyî 40 zimanan. Kûndera yek nivîskarên herî bi bandor ê cîhanê bû. Berhemê wî ya “siviktiya hebûna ku mirov nikare xwe li ber bigire” sala 1984’an hat weşandin û weke çêkereke sereke tê nirxandin.

Berhemên Kûndera ku xwe ji hemû îdealîzmên çewisîner dûr xistiye, mirovan weke bi qûsûr, dikare bixape, kêm, ne diyar û ne saf qebûl dike.