Di Festîvala Sakîne Cansiz de bi hezaran kes hatin cem hev

Di 10’emîn Festîvala Sakîne Cansiz de ku peyamên berxwedanê hatin dayîn, hate gotin, "Têkoşîna bi rûmet a jinan serketinê heq dike."

Ji bo bîranîna yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên ku 10 sal berê li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê 10'emîn festîvala jinan hate lidarxistin.

Qada Kasernenareal a ku festîval lê hat lidarxistin, bi posterên şehîdên pêşeng ên têkoşîna jinên Kurdistan û cîhanê hate xemilandin. Festîvala ku bi dirûşma "Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve" hat lidarxistin, ji bo bîranîna cangoriyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

SAKÎNE CANSIZ RENGÊ BEEXWEDANÊ YE

Di festîvala ku endama Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) Ozen Aytaç axaftina vekirinê kir de peyama ku hate amadekirin bi Kurdî û Elmanî hate xwendin. Di peyamê de hat destnîşankirin ku jiyana Sakîne Cansiz her tim bi têkoşînê derbas bûye û hat diyarkirin ku ev festîval di heman demê de têkoşîn û ruhê Sakîne Cansiz temsîl dike. Di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Weke ku her kes dizane, ev festîval li ser navê berxwedan û azadiya jinan tê pêk anîn. Ji ber vê yekê navê wê Festîvala Sakîne Cansiz e. Têkoşîna wê di heman demê de têkoşîna jinê bû. Azadiya jinê azadiya gelan e. Sakîne Cansiz jî ji ber vê hate qetilkirin. Sakîne Cansiz nasnameya dîrokekê ye. Sakîne Cansiz bû parçeyek ji berxwedana me, sînor nas nekir. Li ser vê rêyê dijiya. Ev festîval xwedî reng, berxwedan û ruhê hevrêtiya Sakîne Cansiz e. Rengê berxwedana jinên Rojhilata Navîn e. Jiyan û berxwedana Cansiz sembolek e. Ew bi azadî û aştiya gelan bawer kir. Em jî bi vê bawer in.”

Di peyamê de jinên pêşeng ên weke Nagîhan Akarsel, Evîn Goyî, Hevrîn Xelef, Jiyan Tolhildan, Yadê Eqîde, Yusra Derweş û Leyman Şiwêş ên di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne jî hatin bibîranîn û soza layiqê têkoşîna wan hate dayîn. 

KONCA: DIVÊ EM LAYIQÎ BERXWEDANA LI ÇIYÊ BIN

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Besîme Konca axaftinek kir. Besîme Konca ku bi silavkirina beşdarên festîvalê dest bi axaftina xwe kir û got ku divê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd têkoşînê mezin bikin. Konca got, “Weke jinên Kurd divê em li her qadê têkoşînê bilind bikin. Ger dewleta Tirk kadroyên pêşeng ên têkoşîna jinê dike hedef, divê em kêmasiyên xwe li vir bibînin. Di tunelên şer de berxwedaneke bêhempa heye. Divê em layiqî wê berxwedanê bin.”

LI SER GIRÎNGIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ HAT SEKNANDIN

Konca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, “Li dijî vê polîtîkaya dewleta Tirk divê em têkoşîneke bi bandor pêş bixin. Em di 100 saliya Lozanê de ne. Li dijî Lozana ku Kurdistan kir çar parçe, divê Kurd di sedsala nû de yekîtiya xwe ya netewî misoger bikin. Em îro 10’emîn festîvala ku li ser navê Sakîne Cansiz tê lidarxistin, pêk tînin. Sakîne ji me re mîrateya berxwedanê hişt. Em ê xwedî li vê mîrateyê derkevin û em ê ti carî ala têkoşînê ya ku me ji destê wan girtiye xwar nekin."

KJK: STRATEJIYA ME A KURDÊ AZAD, JINA AZAD BI SER KETIYE

Li ser navê Koordînasyona KJK'ê ji bo festîvalê peyam hat şandin. Di peyama KJK’ê de hat destnîşankirin ku komployên li dijî têkoşîna jinên Kurd 25 sal in dewam dikin û wiha hat gotin: “Pergala kapîtalîst ji bo dirêjkirina temenê xwe, dagirkirina Rojhilata Navîn û ji nû ve dîzaynkirina cîhanê, qirkirina Kurdan bi komployeke navneteweyî kir hedef. 25 sal in hewl didin komployê bi rê û rêbazên cuda pêk bînin. Êrîşên li ser nasname, ziman, vîn, dîrok û destkeftiyên Kurd û jinan zêde bûne û her ku diçe zêde dibin. Rejîma faşîst a dewleta Tirk hewl dide hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava bike. Hedefa yekemîn a polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a sedsalê, jinên Kurd in. Dixwaze polîtîkayên taybet ên şer, qirkirin, asîmîlasyon û dagirkeriyê li ser jinan pêk bîne. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo van polîtîkayan bi bandor bike hemû derfetên xwe seferber kiriye.”

Di daxuyaniya KJK’ê de têkildarî tecrîda li Îmraliyê jî ev tişt hate gotin: “Hêzên komploger di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd, jin û hemû têkoşerên tevgera azadiyê hedef girtin. Rêberê me 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di nava berxwedaneke mezin de ye. Em berxwedana bi heybet a Rêberê xwe ya li Îmraliyê silav dikin. Em weke jin û gel deyndarê Rêber Apo ne. Li ser vî esasî wê her hewldan û têkoşîn ji bo azadiya Rêberê me be. Bi berxwedan û têkoşîna xwe em ê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo azad bikin.”

Her wiha hate destnîşankirin ku şerê herî giran ê dîrokê û sedsalê li çiyayên Kurdistanê diqewime û hate gotin ku gerîlayên bi hezkirina welat li ber xwe didin, polîtîkayên dagirkeriyê pûç kirine. Ev tişt hate gotin, “Gerîlayên berxwedêr dibêjin, ‘Ev der Kurdistan e, ketin heye, derketin tune.’ Ev peyam rastiyekê nîşan dide. Divê êdî hêzên navneteweyî û herêmî vê rastiyê bibînin. Serdema polîtîkayên dagirkerî û qirkirin, xiyanet û bêrûmetiyê bi dawî bûye. Stratejiya me ya ji bo Kurdên azad û jinên azad ji niha ve bi ser ketiye.”

'EM BANGA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ DIKIN’

Di berdewamiya peyamê de wiha hat gotin: “Em weke KJK’ê bang li jin, gelê xwe, ciwan û dostên xwe dikin ku hêza xwe li têkoşînê zêde bikin. Li hember dijminê bêçare agirê xwe yê şer xurt bikin. Meşa Rêbertiyê di sala xwe ya 50’emîn de serketinê heq dike. Têkoşîna bi rûmet a jinan serketinê heq dike. Bi vî awayî em di xeta serketinê ya Rêber Apo, berxwedana gerîla û têkoşîna bi israr a jinan de bimeşin û bi ser bikevin.”

Di festîvalê de peyama Meclîsa Jinên Suryan a Ewropayê ya Bethnahrîn jî hate xwendin. Hunermend Bermal Çem, Jin MA, Yelda Abbasî, Medî, Koroya Jinan a Baselê, Koroya Zarokan a Winterthur, Elenora, Koma Govendê û Govenda Jinan û Koma Dansa Flamenkoyê derketin ser dikê. Her wiha di Konê Dengbejê yê li herêmê hate vedan de dengbejên jin awazên xwe gotin.