Fîlmê Gava Şitil Mezin Dibin li Japonyayê xelat wergirt

Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ ku Komuna Fîlman a Rojava çêkiriye, xelata fîlmê baştirîn a Japonyayê wergirt.

Fîlmê Gava Şitil Mezin Dibin (When Seedlîngs Grow) ku li ser jiyana rojane ya malbateke Kobanê ku bi firotina mast debara xwe dike ye, balê dikişîne ser ser guherîn û pêşketina civakbûna nû ya piştî şer û şoreşê.

Fîlm ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava ve bi derhêneriya Rêger Azad hat çêkirin. Seneryoya fîlmê jî ji aliyê Emîn Engizek, Denîz Derya û Rêger Azad ve hatiye nivîsandin.

Fîlmê ku dema wê saeteke û 23 deqe ye, piştî ku di sala 2022’an de galaya xwe li Kobanê kir, li Mîhrîcana Fîlman a Cine Pobre ya Meksîkayê hat nîşandan. Di 21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Cine Pobre ya Meksîkayê de ket bijarteya fîlmê cîhanê ku herî baş xwe fînanse dike. Fîlm di mîhrîcanên Arjantîn Doca û Îtalyayê hat nîşandan. Di 9’emîn Mîhricana Fîlman a Montevîdeo ya Uruguayê xeleta baştirîn fîlmê dirêj wergirt.

Piştre di 20’emîn Mîhrîcana SKIP CITY İnternational D-Cinema a Japonyayê de di nav 1246 fîlman de fîlmê herî baş hat hilbijartin.

Fîlm wê li Kolombiya, Katalonya, Swêd, Elmanya, Portekîz, Emerîka û li gelek cihên din were nîşandan.