Komên govendê yên bakurê Elmanyayê li hev civiyan

Komên govendê yên bajarên bakurê Elmanyayê li Bremenê li hev civiyan.

Komên govendê yên Kîel, Bremen, Hambûr, Lubeck, Celle, Salzgîtter û Lerte yên bakurê Elmanyayê ku di bin sêwana TEV-ÇAND’ê de xebatên xwe dimeşînin, li Bremenê li hev civiyan. Lîstikvanên komên Govendê yên li bakurê Elmanyayê ku ji ciwan û zarokên 6-18 salî pêk tên, tevî malbatên xwe beşdarî çalakiyê bûn.

Yek ji beşdaran Sîwana 10 salî ye ku ji eslê xwe ji Wêranşarê ye. Ji bajarê Verdenê hatiye û ji bo komên govendê deholê dixe. Sêwan anî ziman ku ev du sal eli deholê dixe û got: “Ez gelek keyfxweşim ku hatime vir.”

Silêman Rengîn ku di heman demê de mamosteyê muzîkê ye û ev 26 sal in li sirgûnê dijî got: "Ji bo ku em çanda Kurdî timî zindî bihêlin em van çalakiyan li dar dixin.”

Ozgur Comert jî stran gotin.

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.