Banga tevlêbûna Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî hat kirin

Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî wê 8’ê Cotmehê çêbibe. Komîteya Amadekar, daxwaz ji beşdaran kir ku berhemên xwe ji bo pêşbirkê bişînin.

Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ku ji sala 1993’yan heta bi niha tê kirin, wê îsal jî bi pêşengtiya Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK), 8’ê Cotmehê çêbibe.

Komîteya Amadekar ji bo bernameyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Beşdarên Pêşbirkê, dikarin berhemên xwe ji 5’ê Tîrmehê ta bi 30’ê Tebaxa 2023’yan bişînin e-maila me. Pêşbirka Wêjeyê jî ku wê îsal bê kirin, wê diyariyê Rifat Çelebî bê kirin ku 23’yê Gulanê jiyana xwe ji dest da. Mîna Huseyîn Çelebî û Rifat Çelebî ku heta dawiya jiyana xwe li meşa xwe dewam kir û tim hez ji ciwanan kir, em ê jî bêyî navber li rêya xwe dewam bikin.”

ŞERTÊN TEVLÊBÛYÎNÊ

* Zimanên nivîsîna berheman wê bi Kurdî (Kurmancî, Dimilî û Soranî), Elmanî û Tirkî bin. 

* Berhema ku wê bê şandin, divê li tu derê nehatibe pêşkêşkirin. 

* Beşdar, wê herî pir bikarin du helbest û çîrokekê bişînin. 

* Beşdar, divê bi pêşgotineke li ser berhemê, herî dereng heta 1’ê Tebaxa 2023’yan berhemên xwe bişînîn. 

* Di salvegera 30’emîn a wêjeyê de, wê cih ji bo beşdarên bi berhemên bi wêne re jî mijûl in, bê veqetandin û her beşdarek wê bikare berhemên xwe nîşan bide.

Berhem wê bi rêya e-mailê bên şandin:

 [email protected]

Cihê ku bername lê bê çêkirin, wê hefteyên ji pêş re diyar bibe.