HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP’ê bi daxuyaniyekê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî û got: “Celadet Elî Bedirxan bi xebata xwe di dilê gelê xwe de dijî û ew heta hetayê şarezayê gelê xwe ye.”

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyek nivîskî Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî.

Daxuyaniya HDP’ê wiha ye:

“Di ser koça dawî ya zimannas, nivîskar, siyasetmedar, kedkar û xemxurê ziman û çanda Kurdî, Celadet Elî Bedirxan re 72 sal derbas bûn. Em di 72’emîn salvegera xatirxwestina wî de Celadet Elî Bedirxan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin.

Jiyana Celadet Elî Bedirxan, bi têkoşîn û berxwedaneke mezin û di nav sirgûniyê de borî. Jiyana wî parçeyekî dîroka gelê Kurd e. Kalê Celadet Elî Bedirxan Mîrê Mîrektiya Cizîra Botan Mîr Bedirxan, ji ber ku polîtîkayên navendîbûnê ya dewleta Osmanî qebûl nekir û ji bo azadî û mafên Kurdan dixebitî ji welatê xwe hat sirgûnkirin. Lewma Mîr Celadet Elî Bedirxan jî, di sirgûniyê de, di 26’ê Nîsana sala 1893’an de li Stenbolê ji dayik bû. Celadet Elî Bedirxan ji Stenbolê heta Ewropayê û ji Ewropayê heta Şamê di sirgûniyê de jiya lê belê her tim ji bo ziman û çanda Kurdî, ji bo serxwebûna miletê Kurd di nav keftûlefteke mezin de bû. Celadet Elî Bedirxan hem di warê zimannasî û çandî de, hem jî di warê xebatên siyasî de roleke dîrokî lîst. Ew tu carî netebitî û her di nav xebat û têkoşînê de bû. Di 15’ê Gulana 1932’an de Kovara Hawarê derxist û ev Kovar ji bo miletê Kurd bû pêngaveke dîrokî ya ziman û wêjeyê. Celadet Elî Bedirxan, heval û hogirên wî di Hawarê de kuliyeteke mezin ava kirin û îlhameke mezin dan lêkolîner û xebatkarên ziman û çanda Kurdî. Kovara Hawarê roleke wek dibistan û zanîngehekê di dîroka xebatên Kurdî de lîst û nivîskarên wek Kamiran Elî Bedirxan, Rewşen Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Cegerxwîn li xwe civandin. Celadet Elî Bedirxan, di tevahî jiyana xwe de ji bo standardîzasyona zimanê Kurdî hewl da. Ew yek ji danerên alfabeya Latînî ye ku ev yek di dîroka zimanê Kurdî de şoreşeke mezin e.

Celadet Elî Bedirxan di 15’ê Tîrmeha 1951’ê de li Şamê koça xwe ya dawî kir. Dema ku wî koça xwe ya dawî kir hîn 58 salî bû. Wî, di nav 58 salan de gelek xizmetên giring, dîrokî û hêja ji gelê xwe re hiştin. Celadet Elî Bedirxan bi xebat û xîreta xwe di dilê gelê xwe de dijî û ew heta hetayê şarezayê gelê xwe ye. Şîretên ku wî li ser giringiya Kurdî li gelê xwe kir hîn jî li ber guhê me ye.

Celadet Elî Bedirxan dê tu carî neyê jibîrkirin. Em di 72’emîn salvegera wefata wî de bi rêzdarî, bi hurmet û bi minet Celadet Elî Bedirxan bi bîr tînin.”