Ji bo bîranîna Delîl Cûdiyan helbesta bi navê ‘Du Delîl’

Ji bo bîranîna du şehîdên bi nasnav Delîl Cûdî ku ji Hesekê heta Nisêbînê bi lehengiyên xwe dihatin naskirin, klîbeke helbestê hat amadekirin.

Koma Amara ku girêdayî Tegera Çand û Hunerê ya Jinê ya Kevana Zêrîn e, ji bo bîranîna du gerîlayên ku xwedî heman nasnavê klîba ‘Du Delîl’ amade kir.

Gotinên helbestê ji aliyê Arîn Cûdî ve hate nivîsandin. Muzîka klîbê jî ayîdê Serxwebûn Zeynoyê û deng jî ayîdê Raperîn Elî ye.

Delîl Cûdî bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bi kedekî mezin û fedakarî di nava têkoşînê de cihê xwe girtiye û 2013’an şehîd bû.

Şervanê din Delîl Cûdî (Hogir Mûsa) jî sala 2012’an tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bûye û sala 2016’an li Nisêbînê şehîd bûye.