‘Zarokên awirroj’ derket

Pirtûka bi navê “Zarokên awirroj” (Bila neyên jibîrkirin-II) ku ji aliyê rojnameya Newaya Jin ve ji bo çapê hatibû amadekirin, ji Weşanên Meymanê derket.

Cîlda duyemîn a rêzepirtûkên 'Ji bîr neke' ya ji çar cildan pêk tê, derket. “Zarokên awirroj” (Bila neyên jibîrkirin-II) ya ku ji aliyê rojnameya Newaya Jine ve ji bo weşanê hatibû amadekirin, ji Weşanên Meyman derket.

Pirtûk ji aliyê Nûpelda Engîn li ser şeş gerîlayên ku li Geliyê Tiyarê şehîd bûbûn hatiye nivîsandin. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî pêşgotina pirtûkê nivîsandiye.

Di 21-22’ê Cotmeha 2011’an de li Geliyê Tiyarê di encama bomberdûmana kimyewî ya artêşa Tirk a dagirker de 36 gerîla şehîd bûn. Gerîla Nûpelda Engîn a ku bi birîndarî ji êrîşê rizgar bûbû, qala hevalên xwe yên wê demê dike.

Di vê cîldê de nivîskar qala jiyan û têkoşîna gerîlayên bi navê Botan Gever (Cûmalî Açikel), Viyan Tolhildan (Pervane Delayî), Denîz Derya (Leyla Halîmî), Zîlan Colemêrg (Gulistan Koç), Şîrvan Govik (Bereket Aşan) û Levent Dêrîk (Ahmet Mîrza) dike.