ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
15’mîn festîvala navnetewî ya şanoya kolanî ya Merîwanê destpê dike
Li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê ku bi şanoya xwe ya kolanî tê nasîn, 15’mîn festîvala navnetewî ya şanoya kolanî ya Merîwanê îro destpê dike. -
Li Başûrê Kurdistanê projeya şarabê ya 2700 salî hate dîtin
Arkeologên Italî û Kurd li Başûrê Kurdistanê presên şerabê yên 2700 salî yên serdema kralên Asûran ditin. -
Festîvala 3’emîn a zarokan a Mexmûrê didome
Li Mexmûrê Festîvala 3’emîn a Zarokan bi şîara ‘Azadî ji zarokatî destpê dike’ di roja 2’emîn de li NÇHM’ê bi tevlîbûna xwendekar û zarokan bi şahiyeke heybet didome. -
Cihê muzîkê li nava civaka Êzidî
Di nava gelek Qewl, Beyt û helbestên devkî yên Êzidiyan de muzîk mîna semboleke pîroz hatiye nasîn û wek çavkaniyeke girîng a ji bo duakirinê tê dîtin. Ji bilî vê bi şêweyekî pratîkî jî di merasîm û sirûdên ayînî de tê bikaranîn. -
Bernameya Helbest û Çîrokê ya Huseyîn Çelebî îro li Baselê tê lidarxistin
Bernameya Helbet û Çîrokê ya Huseyîn Çelebî ya 28'an ku wê bi pêşengiya aktivîstên YXK Û JKX pêk were, îro li Baselê wê were lidarxistin. -
Wêjevanê Kurd Cegerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn
Wêjevann û şaîrê Kurd Cegerxwîn di salvegera 37’an de li Qamişlo li ser gora xwe hate bibîranîn. -
HDP: Cegerxwîn bi helbestên xwe mîrateyeke mezin ji me re hiştiye
HDP'ê helbestkarê mezin ê netewî Cegerxwîn bi bîr anî û got, "Cegerxwîn, bi helbestên xwe, bi xebatên xwe yên rewşenbîriyê, li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê û polîtîkayên bişaftinê li ber xwe da û mîraseke mezin ji me re hişt." -
'Rojnivîska Gurbet' li mûzeya Stûttgartê ye
Pirtûka ''Min Dilê Xwe li Çiya Neqişand'' a Gurbettelî Ersoz bi 145 tablêtên kevirî li Wurttembergîcsher Kunstvereîn Stûttgarê hate pêşandan. Pêşangeh heta 2'yê Çile ya 2022'an wê vekirî be. -
'Hişmendiya zilamsalar li pêşiya pêşketina jin ên ciwan ên hunermend asteng e'
Jinên ciwan ên wênesaz yên li bajarê Kerkûkê dibêjin: "Hişmendiya zilamsalar a di nav civakê de li pêşiya jin ên ciwan asteng e ku bikarin kêrhatiyên xwe nîşan bidin û bi pêş bikevin." -
Rojên Fîlman ên Orient Express bi mijara 'bêsînorî' dest pê dike
Rojên Çand û Fîlman ên Orient Expressê ku îsal cara duyemîn tê lidarxistin, ji îro û pê ve wê bi mijarên şer, koçberî û jinê li Bern, Zurich û Baselê dest pê bike. -
Qedexekirina konsera NÇM’ê hate protestokirin
Hunermendan li Amedê qedexekirina konseya Navenda Çanda Mezopotamyayê protesto kirin. -
Festîvala 7’an a Hinar û Peyîzê pêk hat
Festîvala 7’an a Hinar û Peyîzê bi tevlîbûna 500 cotyar û kampanya li Helebce pêk hat. -
Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê dest pê kir
11'emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Berlînê 14'ê Cotmehê bi fîlmê 'Ezmûn' dest pê kir. -
Nav-Berlînê ji bo zarokan dest bi atolyeya wêneyan kir
Nav-Berlînê piştî navbera ji neçarî ya ji ber vîrûsa koronayê, ji bo zarokan ji nû ve dest bi atolyeya wêneyan kir. -
9 sal ceza dan hunermend Demîr
Daraza Tirk bi hinceta gotinên şahideke veşartî bi îdîaya ‘endama têxistinê’ 9 sal ceza da hunermend Dîlan Demîr. -
Hunermendan serdana Xelîl Xemgîn kir
Humermendê Kurd Xelîl Xemgîn ê 17’ê Gulana îsal ji ber şewba vîrûsa koronayê rakiribûn nexweşxaneyê, vegeriya mal. Huermendên Kurd serdana Xemgîn kirin. -
Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî 23'ê Cotmehê ye
28'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî wê 23'ê Cotmehê li Freiburgê pêk were. -
Berhema ronesansa çanda Kurdan: Şivanê Kurmanca
Romana Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo ya ku yekemîn romana bi Kurdî ya li Sovyetê ye, li Tirkî hate wergerandin. -
24'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Skandînavyayê pêk hat
Festîvala Çand û Hunerê ya Skandînayayê îsal bi dirûşma "Azadî ji bo Rêber Apo, Statu ji bo Kurdistanê" li bajarê Stockholmê pêk hat. -
Kurd û dostên xwe di şahiya Çandê de li hev kom bûn -HATE NÛKIRIN
Şahiya Çanda Kurd a Navneteweyî ya 29’an îsal li Hollandayê pêk hat. Bi hezaran mirovên ji Ewropayê berê xwe dan qada ku şahî lê bê kirin. -
Çîroka strana Nivîşta Gerîla
Straneke bihezn, bîrikirin lê ji herduyan zêdetir straneke ku hêvî lê geş e. -
Tablêta Xewnê ya Gilgamêşê li Iraqê hate vegerandin
Du tablêtên kîlî ku sala 1991'ê dema Şerê Kendavê ji mûzeyeke Iraqê hatibû dizîn û biribûn DYE'yê li Iraqê hate vegerandin. Di van du tablêtan de beşek ji çîroka Gilgamêş tê vegotin. -
Romana 'Vejîna li Welatê Rojê, Amara' ya Uçlu derket
Romana 'Vejîna li Welatê Rojê, Amara' ya nivîskar Mehmet Saît Uçlu ji Weşanxaneya Payîzê derket. Nivîskar Uçlu li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest dabû. -
Aryen hunermendên nû digihîne
Atolyeya Çand Huner û Lêkolînê ya Aryen ku li Wanê ji bo Kurdî kar dike, perwerdeya muzîkê dide zarokên 2-5 salî û hunermendên paşerojê digihîne. -
Hunermend Sîpan Xelat: Divê bi berhemên xwe dagirkeriyê tehşîr bike
Hunermend Sîpan Xelat ê bang li hunermend û rewşenbîran kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê destekê bide got: “Divê berhemên çandî, êdî xizmetê ji bo yekîtiya netewî bike. Divê ev berhem dagirkeriyê tehşîr bikin."