Ji şehîd Nûrî Yekta helbesta ‘Ez Helmet im’

Gerîla TV’yê helbesta ku Endamê Fermandariya Eyaleta Metînayê Nûrî Yekta yê ku di Hezîrana 2022’an de şehîd bûbû ji bo bîranîna Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) nivîsandibû, weşand.

Gerîlayê HPG’ê Nûrî Yekta beriya ku şehîd bikeve ji bo Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb helbestek nivîsandibû.

Gerîla TV’yê klîba derbarê vê helbestê weşand. Helbest bi Soranî ye û qala têkoşîn, helwest û baweriya şehîd Helmet dike.

Di rêzikên dawîn ên helbestê de tê gotin ‘Bila wezaret û kursî yên we bin, welat û fedakarî bila ya min be, ez Helmet im.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) di 26’ê Hezîrana 2019’an de  li Qendîlê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Endamê Fermandariya Eyaleta Metînayê û fermandarê berxwedana eniya Girê Hekarî Nûrî Yekta (Cevat Etarek) jî di 3’ê Hezîrana 2002’an de di êrîşa bi bombeya nukleer a dewleta Tirk de li Metînayê şehîd bûbû.