Xakpûr: Wêjeya Kurd dewlemend e

Nivîskara Rojhilatî Sayîme Xakpûr anî ziman ku wêjeya Kurd yek ji wêjeyên herî dewlemend ên cîhanê ye got, "Lê belê wêjeya Kurd bi salan e tecrîdkirî ye û piraniya Kurdan haya xwe ji vê xezîneyê nîne."

Nivîskar Sayîme Xakpûr bal kişand ser tecrîd û asîmîlasyona li ser wêjeya Kurd û destnîşan kir ku haya gelek Kurdan ji vê xezîneyê nîne.

Sayîme Xakpûr ku li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, li ser ziman û wêjeya Kurdî dixebite; nivîsan amade dike, wergerê dike. Xakpûr ku gelek pirtûkên Kurdî wergeran Farsî, naveroka piraniya berhemên ku wergerandiye li ser mijarên dîrok û dengê civaka Kurd, rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn a ji sedsala derbasbûyî û vir ve, her wiha berxwedana Kobanê ye. Nivîskar Xakpûr ku ji bilî wergerê çîrokên kurt jî dinivîsîne, herî dawî li ser jiyana stranbêjeke Rojhilatî ya bi navê 'Îran Xanim' karekî berfireh kir û weşand.

Xakpûr ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku wêjeya Kurd yek ji wêjeyên herî dewlemend ên cîhanê ye. Xakpûr diyar kir ku piraniya nivîskarên li cîhanê xwe ji parastina ziman, wêje û çanda gelê xwe berpirsyar dibîne û destnîşan kir ku yên radihêjin pênûsê di heman demê de radihêjin barê civakê.

Xakpûr anî ziman ku Rojhilat dergûşa çand, huner û wêjeya Kurd e û got, "Li gel zaravayên Hewramî, Kelhûrî û Lekî, ji Ûrmiyê heta bi Makû û Selmasê, Kalaxwe Îlam, Kirmaşan û Xorasanê karên li ser ziman, çand, huner û wêjeyî bi rengekî yekgirtî têne meşandin. Di vê serdemê de ku bi taybetî li ser medya dîjîtal mirov di nava danûstandinan de ye, eleqeya ji bo wêje, çand û hunerê jî zêde bûye."

BERXWEDANA LI DIJÎ ASÎMÎLASYONÊ

Xakpûr destnîşan kir ku wêjeya Kurd yek ji wêjeyên herî dewlemend ên cîhanê ye û got, "Wêjeya Kurd bi salan e tecrîdkirî ye û haya gelek Kukrdan ji vê xezîneyê nîne. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê lêkolîn têne kirin û li hemberî asîmîlasyonê berxwedaneke xurt heye."